Hewlêr (Rûdaw) – Çiyayê Korekê bi 2 dronan hat armanckirin pê re 2 dengên bihêz hatin bihîstin.
Çavkaniyekî ji Asayîşa Xelîfanê ji Rûdawê re ragihand ku bi du dronan êrişek hatiye kirin û dron li bilindahiyên Çiyayê Korekê ketine xwarê.
Wê çavkaniyê her wiha da zanîn ku di pênc rojên borî de ev cara heftem e ku dron li Çiyayê Korekê dikevin xwarê û heta niha ji ber ti yekê ji wan zererên canî çênebûne.
Ev yek di demekê de ye ku îşev çend dron li sînorê parêzgehên Hewlêr û Dihokê ketin xwarê.
Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Soranê Endam Cebar, îşev ragihand ku nêzîkî saet 21:50î welatiyên Soranê dengê teqîneke mezin bihîstine.
Endam Cebar got, dron li nêzîkî mala Şehîd Al Muhacir ketiye xwarê û demildest hêzên ewlehiyê bi mebesta lêkolînê gihîştine cihê bûyerê.
Di heman demê de her îşev, dronek li sînorê gundê Kewerteyê yê Soranê ket xwarê.
Nûçegihanê Rûdawê Bextiyar Qadir got ku dron li çolekê ketiye xwarê û ti zererên wê nebûne.
Li aliyê din, komeke çekdar a kêm naskirî ya bi navê Berxwedana Îslamî - Eshabulkehf (Ketayibên Hawara Qudsê) diyar kir ku, wan bi dronan êrişî "berjewendiyên Amerîkayê yên li parêzgehên Hewlêr û Dihokê" kiriye.
#VÎDEO - Çend dron li Çiyayê Korekê yê parêzgeha Hewlêrê ketin xwarê û dengê teqîneke bihêz hat bihîstin pic.twitter.com/F6Q2x0Wwlm
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 5, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse