Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir û xwest ku “Raperîn” bi hikûmeteke milî, demokratîk û yekgirtî bidome.
Buroya Ragihandinê ya PWKyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser qonaxên Raperînê û destkeftiyên wê.
“Raperînê bi referandûmê dom kir”
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelê Kurdistanê 5ê Adara 1991ê li navçeya Ranyayê ya Başûrê Kurdistanê li hemberî dîktatoriya Sedam Husên dest bi Raperînê kiriye û hat gotin:
“Ev raperîn li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bû. Di encama vê raperînê de Hewlêr, Silêmanî û Dihok hatin rizgarkirin.
Sala 1992yan jî bi hilbijartinê Parlamentoya Federe ya Herêma Kurdistanê hat îlankirin.”
PWKyê da zanîn ku raperîn nerawestiyaye û ev destkeftî sala 2005an di Destûra Îraqê de bi qebûlkirina Dewleta Federe ya Kurdistanê û 25ê Îlona 2017an jî di referandûma serxwebûnê de ku ji sedî 93yê xelkê got 'erê', domandiye.
“Pêwîstiya me bi yekrêziyê heye”
PWKyê hêviya xwe anî zimên ku salvegera 35emîn a Raperînê li Başûrê Kurdistanê bibe destpêka hikûmeteke hevbeş a partiyên Kurdistanî û pê de çû:
“Da ku bi yekrêzî nûnertiya Herêma Kurdistanê bike, hemû dezgehên dewletê bike yek û destkeftiyên federe biparêze, ev yek ne tenê pêwîstiyek e, her wiha zerûreteke neteweyî û niştimanî ye jî.
Tecrubeyan bê guman îspat kiriye ku bingeha sereke û destpêka serkeftina hemû raperînan ew e ku miletê Kurd, gelê Kurdistanê, hêzên neteweyî û niştimanî di nav tifaq û yekgirtinê de bin, li hev xwedî derkevin û destkeftiyên xwe biparêzin.”
PWKyê salvegera Raperînê pîroz kir û ragihand:
“Ti şika me tune ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me heta ku azadiya xwe bi dest bixe dê têkoşîn û raperîn her bidomin.
Em şehîdên raperînê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse