ROJHILATÊ KURDISTANÊ - Amerîka û Îsraîlê li cihên leşkerî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja şeşan a şerê di navbera Îran û hevpeymaniya Amerîka û Îsraîlê de, Rojhilatê Kurdistanê rastî pêleke dijwar a bombebaranan hat.

Li piraniya bajaran baregehên leşkerî yên Supaya Pasdaran,  navendên ewlehiyê û avahiyên hikûmetê hatin armanckirin.

Ji şeva çarşemê heta berê sibeha îro, êriş û bombebarankirina baregehên leşkerî, ewlehî û navendên hikûmetê yên Komara Îslamî ya Îranê yên li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê didomîn.

Li her pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê Urmiye, Sine, Îlam, Kirmaşan û Loristanê gelek baregeh û navendên Supaya Pasdaran, polîs û nobedarên sînor hatin bombebarankirin.

Sine

Îro li taxên Doşan û Seidiyê yên bajarê Sineyê û gundê Qariyê yê nêzîkî bajar gelek cih hatin armanckirin.

Li gorî agahiyan, baregeha Îmam Elî ya Pasdaran a li taxa Doşanê û binkeya polîsan a li taxa Seidiyê hatine bombebarankirin.

Her wiha li gundê Qariyê jî baregeheke Pasdaran hatiye armanckirin.

Baregeha Beytulmuqeddesê ya Supaya Pasdaran a li navenda bajarê Sineyê bi dijwarî hatiye bombebarankirin.

Berê vê sibehê avahiya televîzyon û radyoya Sineyê (Seda û Sîma) jî bi tundî hat bombebarankirin.

Li bajarê Merîwanê jî baregeha Îsixbaratê û Biryargeha Remezanê ya Pasdaran hatin bombebarankirin û bi temamî hatin rûxandin.

Ji şeva borî pêgehên hêzên leşkerî û navendên hikûmetê yên li bajarê Baneyê jî bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Li gorî agahiyan navenda polîsan, dadgeha Baneyê û navendên sereke yên Supaya Pasdaran hatine armanckirin.

Baregeha sereke ya Artêşê, fermandariya polîsan û navendeke Pasdaran a li bajarê Seqizê jî ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatin bombebarankirin.

Loristan

Berê sibeha îro, gelek cihên li bajarê Xuremabadê yê navenda parêzgeha Loristanê hatin armanckirin.

Medyaya fermî ya Îranê dibêje, baregeha fermandariya polîsan a Xuremabadê û Binkeya 11an a Polîsan a bajar hatine bombebarankirin.

Her wiha Meydana Polîsan a li Xuremabadê jî hatiye armanckirin lê hîn zerer ne diyar in.

Kirmaşan

Îro li bajarê Kirmaşanê dengê gelek teqînên bihêz hat bihîstin û çend navend û cihên hikûmetê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatin bombebarankirin.

Lê belê heta niha derbarê wan cihan û ziyanan de ti agahî nînin.

Îro baregeheke Pasdaran a li bajarê Qesrî Şîrînê hat armanckirin.

Li bajarê Ciwanroyê jî baregeheke polîsan a bajar bi mûşekan hat bombebarankirin û ji ber wê avahî bi erdê re bû yek.

Her wiha avahiya dadweriyê ya bajar jî hat armanckirin.

Îlam

Li parêzgeha Îlamê jî armanckirina baregehên ewlehî û leşkerî yên Îranê didome.

Berê sibeha îro binkeya sereke ya polîsan a li bajarê Eywanê hat bombebarankirin û avahî bi temamî hat rûxandin.

Roja pêncşemê careke din fermandariya nobedarên sînor a bajarê Mêhranê ku bi navê baregeha "Behram Abad" tê naskirin li parêzgeha Îlamê hat bombebarankirin.

Berpirsên nobedarên sînor ên Îlamê ji medyaya fermî re ragihand ku di êrişê de zererên canî nîne lê zererên madî ya mezin gihiştiye baregehê.

Urmiye

Di roja şeşan a şer de, cara ewil baregeheke Supaya Pasdaran li bajarokê Rebetê yê girêdayî bajarê Serdeştê hat bombebarankirin.

Şeva Çarşemê û berê sibeha îro, baregeheke Supaya Pasdaran û avahiya Qeymeqamtiya bajarê Bokanê û bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Li gorî wan vîdeoyên ku piştî bombebaranê hatine belavkirin, avahî bi temamî rûxiyane.

Li gorî hinek agahiyên destpêkê, di êrişan de 2 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne lê ev agahî hîn nehatine piştrastkirin.

Birêvebirê Hawarçûnê yê Îranê ragihand ku ji destpêka şer ve heta niha pêgehên ewlehî û leşkerî yên hikûmeta Îranê li 172 bajar û 29 parêzgehan hatine armanckirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst