Li Colemêrgê 44 kes hatibûn desteserkirin: 14 ji wan hatin girtin

05-04-2024
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Destserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê 44 kes di xwepêşandanên hilbijartinên Wanê de hatibûn desteserkirin, 14 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li parêzgeha Wanê di hilbijartinên 31ê Adarê de namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi ser ketibû lê biryar hatibû dayîn ku mazbatayê bidin namzedê AK Partiyê abdulahat Arvas.

Piştî vê biryarê li gelek bajaran xwepêşandanan dest pê kiribû.

2yê Nîsana 2024an li navenda Colemêrgê û navçeya Geverê jî bi hezaran kes derketin kolanan.

Di van xwepêşandanan de polîsan mudexaleyî gel kir û li Colemêrgê 15 kes û li Geverê jî 29 kes hatin desteserkirin ku 14 ji wan zarok in.

Piştî kar û barên yasayî li Geverê 10 kesên ku temenê wan di biniya 18 salî re ye hatin berdan lê 14 ciwan jî bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li Colemêrgê jî ji 15 ciwanan 5 kes, 3yê Nîsanê hatin berdan û 6 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Tê çaverêkirin ku 4 kes jî sewqî dadgehê bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst