Nêçîrvan Barzanî Cejna Qiyamê pîroz kir

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Cejna Qiyamê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Qiyamê ya Hezretî Îsa peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand:

"Ez pîrozbahiyên herî germ li welatî û xwişk û birayên me yên Xiristiyan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê û hemû cîhanê dikim.

Hêvîdar im ev cejn bibe sedema xêr, xweşî û aramiyê ji bo her kesî."

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de tekez kir ku Herêma Kurdistanê wekî her tim dê wekî dergûşa bihevrejiyan, tebayî û hevqebûlkirina hemû pêkhateyên olî û neteweyî bimîne.

Nêçîrvan Barzanî her wiha destnîşan kir ku welatiyên Xiristiyan beşeke resen û jêneveqetiyayî ya civaka Kurdistanê ne.

Wî da zanîn ku dîrokeke wan a tije xebat û hevparî li gel gelê Kurdistanê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst