Li Dîlok û Rihayê baran û bahoz e, dibistan hatin girtin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dîlok Riha Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Dîlok û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê piştî barana gur û bahozê hinek dibistanan zerer dît.

Perwerde li 24 dibistanên li Dîlokê 2 rojan hat rawestandin.

Li navçeyên Bêrecûk û Wêranşarê yên Rihayê jî dibistan hatin girtin.

Li 61 dibistanan lêkolîn hat kirin

Parêzgariya Dîlokê ragihand ku 3ê Gulana 2026an ji ber barana dijwar, bahoz, zîpik, hezaz û lehiyê li hinek dibistanan zerer çêbûye.

Parêzgariyê diyar kir ku endezyaran li 61 dibistanên bajêr lêkolînên teknîkî kirine.

Li gorî encamên lêkolînê, nûjenkirina hinek dibistanan bi dawî bûye.

Lê belê hinek dibistan dê bi awayekî demkî derbasî avahiyên din bibin yan jî dê ji bo nûjenkirinê demeke kurt bên girtin.

Navber dane perwerdeyê

Di vê çarçoveyê de, li 24 dibistanan ji 5ê Gulana 2026an û pê ve navber dane perwerdeyê.

Li 23 dibistanan 2 rojan û li Lîseya Anadoluyê ya Yunus Emreyê ya li Şahînbeyê jî 3 rojan perwerde hat rawestandin.

Parêzgariya Rihayê jî ragihand ku ji bo çêkirin û nûjenkirina avahî û hewşên dibistanan, li navçeyên Bêrecûk û Wêranşarê 4 rojan navber dane perwerdeyê.

Parêzgarî dibêje, armanca vê biryarê ew e ku kêmasî werin çareserkirin û dibistan ji perwerdeyê re amade bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst