Nahît Eren: Ji ber alaya Senegalê polîs çûn mala Diagne

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mbaye Diagne Alaya Senegalê Amedspor Polîs Amed Nahît Eren
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Nahît Eren, piştî derketina Lîga Super qala wan tiştan kir ku hatine serê lîstikvanê wan Mbaye Diagne.

Eren eşkere kir ku alaya Senegalê şaş hatiye fêmkirin û ji ber vê yekê polîs çûne mala Diagne.

Piştî Erzurumspor FKyê, Amedspor bû tîma duyem ku derketiye Lîga Super.

Krîza alaya Senegalê

Di pîrozbahiyên Amedsporê de vekirina alaya welatê xwe ya ji aliyê lîstikvanê jêhatî Mbaye Diagne ve bû sedema krîzê.

Serokê Amedsporê Nahît Eren ew zehmetî eşkere kirin ku Diagne ji ber şaşfêmkirina alayê rûbirû mane.

Diagne 2yê Gulanê piştî maça li gel Igdir FKyê li nav qadê alaya Senegalê vekiribû û hatibû xwestin ku midaxeleyî wê alayê were kirin.

"Polîs diçin mala Diagneyê"

Serokê Amedsporê Nahît Eren bû mêhvanê kanala Youtubeê ya Tele2 Haberê.

Eren diyar kir ku Diagne li bajêr alaya Senegalê bi balkona mala xwe ve kiriye û ji ber vê alayê polîs çûne mala wî.

Eren wiha pê de çû, "Diagne ji ber ku alayê vekiribû rastî zehmetiyan hatibû, haya min ji pirsgirêka li qadê tune bû.

Ji ber wê alaya ku Diagne bi balkona xwe ve kiriye îro jî polîs çûbûn mala wî. Ew jî ecêbmayî dimîne. Gelo kesekî gilî kiriye an na, ez nizanim.

Polîs diçin, dema dibînin mala Diagneyê ye û alaya Senegalê ye, helbet vedigerin."

Eren behsa rengên alaya Senegalê kir û got, "Mixabin li Tirkiyeyê hîn jî ji ber serdemên borî tirs û dilgiraniyek li hemberî reng û alayan heye."

"Me got dibe ku hûn bên desteserkirin"

Nahît Eren da zanîn ku hefteya borî wan malbata Diagne li stadyumê kiriye mêhvan û behsa diyalogeke henekî ya di navbera xwe de kir.

Eren anî zimên ku malbata wî li stadyumê alaya Senegalê vekiriye û got:

"Di wan henekên ku me bi birêvebir û xebatkarên xwe re dikirin me gotibû, 'Her kêlî dibe ku hûn ji aliyê şaxa terorê ve bên desteserkirin.'

Mixabin ev tişt bûn jî lê wekî ku min got ev cure bûyer hinekî ji ber kêmasiya zanyariyan û hinekî jî ji ber nenasîna alaya Senegalê çêbûn."

Eren her wiha bi bîr xist ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji ber serkeftina Amedsporê ew pîroz kirine û pê de çû:

"Me bi Birêz Bahçelî re bi telefonê hevdîtinek jî kir. Gelek siyasetmedar li me geriyan, nûnerên gelek partiyên siyasî telefon kir. Ev ji bo me tiştekî gelekî bi qîmet e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst