Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan bi telefonê axivîn.
Di pêwendiya telefonî de xurtkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi telefonê bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan re axivî.
Gotûbêjkirina bipêşketinên herêmê
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan li ser xurtkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û dewleta Îmaratê gotûbêj kir.
Her wiha her du serkirdeyan bipêşketinên dawî yên rewşa giştî ya Îraq û herêmê nirxandin.
Di pêwendiya telefonî de Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji bo dewleta Îmaratê anî zimên.
Wî êrişên dawiyê yên li Îmaratê şermezar kirin û her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya aramî û ewlehiyê herêmê kir.
Êrişên Îranê yên li Îmaratê
Îranê doh bi mûşekan êrişî Bendera Fuceyreyê ya Îmaratê kir û di encamê de agirekî mezin bi benderê ket.
Her wiha Şirketa Neteweyî ya Petrola Îmaratê (ADNOC) ragihand ku tankereke wan a vala ya petrolê bi dronên Îranê hatiye armanckirin.
Wezareta Parastinê ya Îmaratê îro daxuyaniyek belav kir û got:
"Niha hêzên parastina asmanî yên Îmaratê bersiva wan êrişên mûşekî û dronî didin ku ji Îranê tên kirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse