Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Tirkiyê û hikûmeta demkî ya Opozisyona Sûriyê dixwazin genimê cotkarên Efrînê bikirin û bo her tonek genim 290 dolar diyar kirine, lê çekdar û aliyên erkdarkirî tenê 168 dolaran bo her tona genim didin cotkarên herêmê.
Çavkaniyekê ji herêma Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn, ku hikûmeta Tirkiyê hejmareke zêde ya deraseyên pêşketî şandine herêma Efrînê, daku genimê herêmê biçinin.
Li gor heman çavkaniyê, hikûmeta Tirkiyê û hikûmeta demkî ya Opozisyona Sûriyê dixwazin genimê cotkarên herêmê bikirin.
Wê çavkaniyê diyar kir, ku hikûmeta demkî ya opozisyonê nirxê yek ton genimê hişk bi 290 dolaran destnîşan kiriye.
Lê her li gor heman çavkaniyê, tevî vê biryara, aliyên erkdarkirî tona genim bi 210an dolaran ji cotkarên Efrînî dikirin û ji wî pereyî sedî 20 jî weke xerciyê çinîna genim jê dibirin û tenê 168 dolaran li hember her tonek genim didin cotkarên herêmê.
Ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarî yên opozisyona Sûriyê ve, gelek raport derbarê binpêkariyên çekdaran û talankirin û dizîna mulk û malên xelkê Efrînê ji aliyê grûpên çekdarî yên opozisyona Sûriyê ve di medyayan de hatine belavkirin û bi dehan wêne û vîdeo li ser wan bûyeran hatine weşandin.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ji 20ê Çileya 2018 ve operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê dabûne destpêkirin û di 18ê Adarê de û piştî 58 rojan navenda bajarê Efrînê kontrol kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse