Hewlêr (Rûdaw) – Bajarên Başûrê Kurdistanê xwe ji bo pêşwazîkirina geştyarên ku piraniya wan ji navend û başûrê Îraqê ne amade dikin.
Piraniya otelan beriya Cejna Qurbanê bi temamî tijî bûne.
Li gorî rayedarên geştyariyê, gelek geştyar ji navend û başûrê Îraqê hatine Herêma Kurdistanê.
Alîkarê Serokê Şaxa Hewlêrê ya Komeleya Otel û Xwaringehên Herêma Kurdistanê Şukir Ezîz ji Rûdawê re ragihand ku ji sedî 90ê 445 otelên li Hewlêrê ji aliyê geştyaran ve hatine veqetandin.
Alîkarê Serokê Şaxa Hewlêrê ya Komeleya Otel û Xwaringehên Herêma Kurdistanê Şukir got:
“Di hemû rojên Cejna Qurbanê de dê hemû otel, motel û cihên geştyariyê ji bo pêşwazîkirina geştyaran vekirî bin.”
Li aliyê din, Serokê Şaxa Silêmaniyê ya Komeleyê Mehmûd Tewfîq ji Rûdawê re diyar kir ku her wekî li Hewlêrê “hemû amadehî hatine kirin” û ew amade ne geştyaran pêşwazî bikin.
“Gelek geştyar hatine”
Serokê Şaxa Silêmaniyê ya Komeleyê Mehmûd Tewfîq anî ziman:
“Gelek geştyar hatine û piraniya geştyaran odeyên xwe veqetandina û dê ji îro ve dest bi hatinê bikin.”
Berpirsê Dihokê yê Komeleyê Şêx Îhsan Îsa jî da zanîn ku di rojên Cejna Qurbanê de xwaringeh û cihên din ên geştyariyê dê vekirî bin û got:
“Otel bi geştyaran tijî ne, piraniya wan berê ji aliyê şirketan ve hatibûn veqetandin.”
Helebceya ku di rojên dawî de ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve wekî parêzgeh hat naskirin, bi taybetî li navendên geştyariya havînê ya Hewramana li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê xwe ji bo pêşwazîkirina geştyaran amade kiriye.
Birêvebirê Agahî û Pêwendiyan ê Geştyariyê yê Helebceyê Hewraman Celal da zanîn:
“Li navenda bajarê Helebceyê û navçeya Tewêleyê otel hatine vekirin û amade ne ku pêşwaziyê li geştyaran bikin.
Her wiha kabîn, motel û avahiyên geştyariyê jî hene ku pêşwaziyê li geştyaran dikin.”
Seroka Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Emel Celalê ji Rûdawê re da zanîn ku bi hevahengiya fermangehên geştyariyê yên parêzgehan amadehî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan û dabînkirina ewlehiyê tên kirin.
Seroka Desteya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Emel Celalê got:
“Amadehî li ser bingeha pêşkêşkirina xizmetguzariyan, dabînkirina ewlehî û aramiya geştyaran û qaîde û rêzikên ji bo parastina geştyaran tên kirin.”
Bi hewa xwe ya havînê ya nerm û zivistanên sar Başûrê Kurdistanê her sal geştyarên Îraqî pêşwazî dike.
Piraniya geştyarên ku tên serdana Herêma Kurdistanê ji parêzgehên navend û başûrê Îraqê ne lê beşeke mayî jî ji welatên din tên.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse