Xelkê Hisîçayê dixwaze pirsgirêka avê were çareserkirin

05-06-2025
RÛDAW
Nîşan Hisîça Av Wêstgeha Elokê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê parêzgeha Hisîçayê yê ya Rojavayê Kurdistanê, piştî rêkeftina Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê dixwaze pirsgirêka ava Wêstgeha Elokê çareser bibe.

Çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ji dema ku (sala 2019an) bajarê Serê Kaniyê dagir kir, ava Wêstgeha Elokê li ser xelkê Hisîçayê qut kir.

Şêniyên bajarên Hisîça û Til Temirê yên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ev 6 sal in, ji ber peydakirina ava vexwarinê êş û azaran dikişînin.

Bi hatina demsala havînê û zêdebûna germahiyê re, ji ber kêmbûna ava vexwarnê, êş û azarên şêniyan girantir dibin.

Şênî neçar in ava bîrên şor bi kar bînin, ew jî bi kêrî vexarinê nayê, tenê ji bo bikaranîna navmalî ye.

Lewma şênî neçar in ku ava vexwarinê ji tankeran bi bihayeke zêde bikirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst