Li Giruzêrê 3 polîs bi daran li xortekî Kurd ê Êzidî dixin

05-07-2023
RÛDAW
Wêne: Ji dîmenên vîdyoyê hatiye wergirtin - Rûdaw
Wêne: Ji dîmenên vîdyoyê hatiye wergirtin - Rûdaw
Nîşan Şingal Giruzêr Kurd Êzidî Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li sînorê nahyeya Giruzêrê ku Kurdên Êzidî lê dijîn, 3 polîsên Iraqê bi dar, zile û pênan li xortekî Kurd ê Êzidî dixin. Parlamenterekî Şingalê yê di Parlamentoya Iraqê de dibêje, wan dîmenên bûyerê ji Wezîrê Navxwe yê Iraqê re şandiye û lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye.

Li gor dîmenên vîdyoyî yên ku ji Rûdawê re hatine şandin, tê dîtin ku 3 polîsên Iraqê bi daran êrişî xortê Kurd ê Êzidî dikin û bi tundî li wî dixin û wî îşkence dikin.

Parlamenterekî Şingalê yê di Parlamentoya Iraqê de, Mehma Xelîl têkildarî bûyerê îro ji Rûdawê re axivî û bûyer piştrast kir.

Mehma Xelîl ji Rûdawê re got, “Em lêkolînê li ser bûyerê dikin, tevî ku em ne piştrast in ku îro qewimî ye yan na, lê em piştrast in ku li Giruzêrê qewimî ye.”

Xelîl da zanîn ku wan dîmenên vîdeoyê ji Wezîrê Navxweyî yê Iraqê re şandine û destnîşan kir, “wezîr soz daye ku di nava du rojan de li ser bûyerê lêkolîn were kirin.”

Rêveberê Polîsê Beacê Zêdan Luyan diyar kir ku derbarê bûyerê de zanyariyên berfireh li ber destên wan nînin, “lê teqez dê bi hemû hûrgiliyan lêkolînê li ser bûyerê bikin.”

Ji aliyê din ve şahidê bûyerê Sadûn Silêman Îsmaîl ku vîdyo ji Rûdawê re şandiye, diyar kir ku ciwanê Kurd ê Êzidî rastî tundiya polîsan hatiye, “ji ber ku dema ku li Rêveberiya Nifûsê ya Giruzêr li sînorê Şingalê di nobetê de bûye, hinekî ji rêza nobetê derketibû.”

Îsmaîl, anî ziman ku polîsên li hemberî ciwanê Êzidî şîdetê dikin Ereb in û got, “polîsên li vir gelek caran heqaretê li xelkê navçeyê dikin.”

Weke ku di vîdyoyê de jî tê dîtin, di destpêkê de du polîs bi daran li cihên cuda yên laşê wî xortê Êzidî dixin û piştre jî polîsê sêyem tê û bi darê destê xwe bi tundî li xortê Kurd ê Êzidî dixe.

Li gor şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, bûyer îro 5ê Temûzê û di demjimêr 08:30an de çêbûye û 3 polîsên Iraqê ku bi esil Ereb in, bi hev re li ciwanekî Kurd ê Êzidî dixin.

Beşek ji welatiyên li cihê bûyerê li dijî polîsan û tundiya wan a li hember ciwanê Kurd derdiekvin û rûbirûyê wan dibin, lewra 3 polîsên ku tundî li ciwanê Kurdê Êzidî kirine, piştî bertekên gel cihê xwe terk dikin.

Nahyeya Giruzêr ji aliyê îdarî ve ser bi navçeya Beacê ya girêdayî parêzgeha Neynewayê ve ye û niştecihên wê Kurdên Êzidî ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst