Wezareta Karên Navxwe: Çavkaniya êrişan diyar e lê Bexda bê deng e

05-07-2025
RÛDAW
Nîşan Bexda Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hikûmeta Federal a Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihandiye Bexda li hemberî êrişên li Herêma Kurdistanê tên kirin bêdeng e û xwe ji berpirsiyariyê didize.

Wezareta Karên Navxwe da zanîn ku ew ji aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal çaverê ne “di dema hebûna tehdîdan de li ser Herêma Kurdistanê yan her herêmeke din a Îraqê” rêkarên pêwîst wergirin lê “mixabin em hest dikin ku corekî perdekirinê û xwe ji berpirsiyariyê dizînê heye li hember wan destdirêjiyên ewlehiyê yên ku li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin.”

Daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê wisa ye:

“Ew çaverêyî ji aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal tê kirin ku di dema hebûna gefan de li ser Herêma Kurdistanê yan her herêmeke din a Îraqê, ji bo derxistina rastiyan, rêgirtina li dubarebûna gefan û cezakirina encamderan, rêkarên pêwîst wergirin.

Mixabin em hest dikin ku cureyekî perdekirinê û xwe ji berpirsiyariyê dûrxistinê li hember wan destdirêjiyên ewlehiyê heye ku li dijî Herêma Kurdistanê tên kirin.

"Encamên lêpirsîn û lêkolînên berê ji raya giştî re nehatin eşkerekirin"

Di salên borî de jî ku bi dehan caran Herêma Kurdistanê rastî êrişên dron û mûşekan hat, her çend araste û çavkaniya mûşek û dronan diyar bûn û gelek caran ji bo eşkerekirina rastiyan lîjneyên hevbeş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin avakirin lê dîsa mixabin ne encamên lêkolînan ji raya giştî re hatin eşkerekirin û ne jî li ser wan tawanan û karên neyasayî ti kes hat cezakirin û ti rêkar jî li hember ti aliyî nehat wergirtin.

Ev yek di demekê de bû ku di asta herî bilind de hevahengî di navbera her du aliyan de hebû û belgeyên zelal û eşkere jî li ber dest bûn.

Li vir em radigihînin ku rewşa siyasî û nêrîna siyasî ya aliyan çi dibe bila bibe, parastina asayîşa welat û rêgirtina li armancgirtina jiyana welatiyan û serwerî û seqamgiriya welat, erka sereke ya dam û dezgehên fermî yên Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst