Îraq razî bû ku petrola Kurdistanê wergire

05-08-2025
RÛDAW
Nîşan Bexda Îraq Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di civîna Lijneya Wezîran a Îraqê de Wezîrê Petrolê gotiye, “Herêma Kurdistanê niha şiyana 130 hezar bermîlên petrolê heye û em amade ne wergirin.”

Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Helkewt Ezîz diyar kir ku civîna îro ya Lijneya Wezîran a Îraqê ku beşek jê taybetî mijara petrol û mûçeyê Herêma Kurdistanê bû, “erênî” derbas bûye.

"Îraq razî bû ku petrola Herêma Kurdistanê wergire"

Li gorî Nûçegihanê Rûdawê, Wezîrê Petrolê di civîna Lijneya Wezîran de li gorî rapora komîteyan a li ser reafîneyên petrolê yên Herêma Kurdistanê gotiye:

“Herêma Kurdistanê şiyana hilberîna 130 hezar bermîlên petrolê heye. Ji wê 50 hezar ji bo Herêma Kurdistanê ye û Bexda dê 80 hezarî wergire.”

Li gorî rapora komîteyê, “Ji ber êrişên dronan zerereke zêde gihîştiye bîrên petrolê û hinek kompanya jî tirsiyane û kar nakin, ev jî bûye sedema kêmbûna hilberînê.”

Îraq dê kengî biryara şandina mûçeyê Herêma Kurdistanê bide?

Wezîra Darayiyê ya Îraqê Teyf Samiyê di civîna îro de gotiye ku rapora wezareta wan a derbarê dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê de ne amade ye û sedema vê yekê jî cudahiya sîstema darayî ya Hewlêr û Bexdayê ye.

Sûdanî hefteyek dem daye wezaretan da ku raporên komîteyên xwe ji bo sêşema bê amade bikin û biryar li ser şandina mûçeyê Herêma Kurdistanê were dayîn.

Di rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de hatibû diyarkirin ku divê Herêma Kurdistanê 230 hezar bermîlên petrolê û 120 milyar dînar dahata nepetrolî radestî Bexdayê bike û li hemberî vê yekê Bexda dê mûçeyê Herêma Kurdistanê bişîne.

Piştî rapora komîteya Wezareta Petrolê ya Îraqê, Bexda razî bûye ku Herêma Kurdistanê 50 hezar bermîlan ji bo navxwe bi kar bîne û 80 hezar bermîlên din jî wergire.

Êrişên dronan ên li ser kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê

Helkewt Ezîz diyar kir ku di civîna Lijneya Wezîran de rapora êrişên li ser bîrên petrolê nehatiye pêşkêşkirin.

Nûçegihanê Rûdawê ragihand, Berdevkê Serokwezîrê Îraqê Sebeh Numan û Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Îraqê ji Rûdawê re gotiye, “Heta niha rapor nehatine amadekirin lê Serokwezîrê Îraqê soz daye ku eger rapor bên amadekirin, kîjan kes û alî li pişt êrişan bin dê ji raya giştî re eşkere bike.”

Wî berdevkî her wiha gotiye, Serokwezîrê Îraqê biryar daye ku kîjan kes û alî li pişt êrişan bin dê bên cezakirin.

Li gorî zanyariyan, wê komîteya ewlehiyê ya ku serdana Herêma Kurdistanê kiriye, doh li ser perçeyên dronan lêkolîn kiriye lê rapora xwe ya dawî amade nekiriye.

Meha borî nêzîkî 25 êrişên bi dronan li dijî deverên cuda yên Herêma Kurdistanê hatin kirin û di hinek ji wan de bîrên  petrolê yên parêzgehên Hewlêr û Dihokê hatibûn armanckirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst