Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê ji şeva borî ve gundewarên herêma Til Temir topbaran kirin û Fermandarek jî dibêje, “Ji ber êrişên Tirkiyê Aşûrî gundên xwe bicih dihêlin.”
Encûmena Leşkerî ya Til Temir di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand, ku Tirkiyê ji şeva bûrî ve gundê Til Şinan du caran topbaran kiriye.
Li gor zanyariyan bi dehan top li gundên Um el-Kêf, Ebûş û Derdare ketine xwarê û jineke sivîl birîndar bûye.
Herwiha xaleka artêşa Sûriyê hatiye armanckirin û birîndarên wan jî hene û tîma Rûdawê serdana gundê Til Şinan kirk u di rojekê de du caran bû armanca topbaranê.
Berdevkê Encûmena Pasewanên Xabûrê Nebîl Werde ji Rûdawê re ragihand, Tirkiyê dema ku wan gund û navçeyan topbaran dike, ti cudahiyekê naxe di navbera pêkhateyên de, eger Kurd, Ereb yan jî, Aşûrî be.
Ew fermandar dibêje, ji ber topbaranê gelek xelk bi taybetî Aşûrî gundên xwe bicih dihêlin û gelek hewl didin heya ku xelkê vegerînin mal û navçeyên wan.
Nebîl Werde amaje bi wê yekê da ku Tirkiyê bi top û hawanan wan navçeyan topbaran dike û tekez kir, “Hemû gundên Aşûriyan hatine bombebarankirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse