Koçyîgît: Bi çareserkirina Pirsgirêka Kurdan re dê Tirkiye demokratîk bibe

05-08-2025
RÛDAW
Nîşan Gulîstan Kiliç Koçyîgît DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgîtê got, “Bi çareserkirina Pirsgirêka Kurdan re dê Tirkiye demokratîk bibe.”

Serokwekîla DEM Partiyê li ser komîsyona ku ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan a li Parlamentoya Tirkiyeyê hat avakirin axivî.

Koçyîgîtê da zanîn ku divê hemû partiyên siyasî beşdarî komîsyonê bibin û nêrînên xwe yên cuda li wir bînin zimên.

Serokwekîla DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxandin.

Koçyîgîtê bal kişand ser xebatên komîsyona û destnîşan kir ku divê di navê komîsyonê de peyva "terorê" tune be û navekî ku demokrasî û aştiyê dihewîne li komîsyonê bê kirin.

Serokwekîla DEM Partiyê amaje pê kir ku şêwaza xebata komîsyonê dê bi beşdariya hemû endaman were nîqaşkirin.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgîtê got:

"Dibe ku nêzîkatiyên cuda yên her partiyeke siyasî derbarê pêvajoyê de hebin.

Pêşniyar û nerazîbûnên wan hebin. Ya rast ew e, ew werin û van mijaran di komîsyonê de biaxivin.

Em careke din dibêjin ne li derveyî komîsyonê, di nav komîsyonê de werin nerazîbûnên xwe eşkere bikin. Dîsa jî ew dizanin.

Em dê bi tevlîbûna hemû partiyên siyasî ya ji bo komîsyonê kêfxweş bibin.”

Komîsyona ku bi navê "Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê" tê binavkirin, piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a ji bo pêvajoya çareseriyê û destpêkirina pêvajoyeke nû hate rojevê.

Tê payîn ku ev komîsyon ji bo demokratîkbûn û sererastkirinên yasayî bibe zemîneke girîng.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst