Li Dêrsimê hemû cure çalakî hatin qedexekirin

05-09-2019
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Bakurê Kurdistanê Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsimê, bo heyama mehekê hemu cure çalakî hatin qedexekirin.

Parêzgariya Dêrsimê bi daxuyaniyekê belav kir ku li wî bajarê Bakûrê Kurdistanê, bo heyama mehekê hemû cure çalakî hatine qedexekirin.

Di daxuyaniya hatiye belavkirin de tê gotin li hemberî biryara dûrxistina şaredarên Amed, Mêrsîn û Amedê ji aliyê Wezareta Navxwe ve dibe li bajar çalakî bên encamdan û ji ber hindê biryara qedexekirinê hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, li seranserê Dêrsimê, encamdana xwepêşandan û hemû cure çalakiyên din bo 30 rojan qedexe ne.

Li bajarên Bakûrê Kurdistanê, ev heyameke dirêj e, ji ber encamdana operasyonên li dijî PKKê, hikûmeta Tirkiyê, qedexeyên derketina derve radigihîne û herwiha ji aliyê parêgariyan ve biryarên qedexekirina hemû cure çalakiyan tên dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst