Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Çandiniyê yê Urmiyeyê diyar kir ku parêzgeha wan ji bo hilberîna sêvan di asta Îran û Rojhilatê Kurdistanê de yekem e.
Birêvebirê Giştî yê Çandiniyê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Reza Esxerî ragihand ku ew salane nêzîkî milyonek ton sêv hinarde dikin.
Mihemed Reza Esxerî da zanîn ku ji sedî 60ê sêvên Urmiyeyê tên hinardekirin û ji sedî 40ê mayî jî ji bo bikaranîna navxwe ye.
Sêvên Urmiyeyê digihêjin Çîn, Rûsya, Hindistan, Pakistan û welatên Kendavê.
Esxerî diyar kir ku ew ji bo firotina berhemên baxevanên xwe hewl didin bazarên zêdetir bibînin.
Li Urmiyeyê her hektarek bax nêzîkî 18 ton sêv dide.
Mihemed Reza Esxerî destnîşan kir ku mesrefa hilberînê, îstiqrara bazarê, kêmbûna avê û guherîna avhewayê rêgir in ku baxevan zêdetir berhemê bi pêş bixin.
Li parêzgeha Urmiyeyê 800 hezar hektar zeviyên çandiniyê hene û salane zêdetirî 6 milyon ton berhemên çandiniyê hildiberîne.
Her wiha 122 hezar hektar ji rûberê zeviyên çandiniyê rez û bax in ku zêdetirî 65 hezar hektarên wan ji bo sêvan hatine veqetandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse