Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Balyozê nû yê Endonezyayê yê Îraqê Didik Eko Pujianto qebûl kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo destpêkirina erkê xwe yê Balyozê nû yê Endonezyayê yê Îraqê Didik Eko Pujianto pîroz kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo serkeftinê anî ziman.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civîna her du aliyan daxuyaniyek belav kir.
Hikûmetê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Balyozê Endonezyayê pesnê bipêşketin û avedaniya Herêma Kurdistanê da û bi taybetî di warê dan û standina bazirganiyê de daxwaza welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên dualî ducare kir.”
Hikûmetê da zanîn ku di hevdîtinê de, “behsa rewşa jiyanê û hêsankarî û hevkariya saziyên pêwendîdar ên ji bo revenda Endonezyayî ya li Herêma Kurdistanê hat kirin”.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse