Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala 3yemîn a Tehînê ya Amêdiyê li navçeya Amêdiyê ya Dihokê dest pê kir û dê du rojan bidome.
Welatî ji deverên cuda yên Kurdistanê diçin festîvalê.
Par nêzîkî 10 hezar kesî çûbûn festîvalê lê îsal serperiştyar pêşbînî dikin ku hejmar zêdetir be.
Tora Medyayî ya Rûdawê festîvalê dişopîne û nêrîna welatiyan a li ser pirsa "Tama tehînê xweştir e yan şîrîniyên wekî Nutella û çîkolatayê?" wergirt.
Şêniyê herêmê Xoşî Amêdî ji Rûdawê re got:
"Tehîn ji kunciyên xwemalî tê çêkirin.
Ne wekî şîrîniyên din e ku hemû şekir û rûnê zêde ne.
Rûnê di nav tehînê de rûnê wê yê xwezayî ye."
"Heger tehînê bixwî tu dê ji nexweşiyan dûr bikevî"
Welatiyê bi temen ê ji navçeya Amêdiyê Hacî Selam jî anî ziman:
"Tehîn ji bo mirovan hêz e. Ne wekî çîkolata û şîrîniyên din e.
Tu tehînê bixwî tu dê ji nexweşiyan dûr bikevî."
Welatiya bi navê Nermîn Muhsînê jî bal kişand ser aliyê tenduristiyê û diyar kir, "Tehîn ji bo mîdeya mirovan ji şîrîniyên çêkirî baştir e."
Parlamentera Kurdistanê Vejîn Ebdulrehman jî beşdarî festîvalê bû û da zanîn:
"Tehîn her tim li ser sifreyên me amade ye û em piştgiriyê didin berhemên xwemalî."
"Tehîn û Nutella du tiştên cuda ne"
Jineke ji Hewlêrê ya bi navê Erîn Fuad ku çûye festîvalê nêrîneke cuda anî ziman û got:
"Tehîn û Nutella du tiştên cuda ne.
Tama tehînê xweş û taybet e, bi taybetî tehîna Amêdiyê lê tama Nutellayê jî heye û ew jî xweş e."
Li navçeya Amêdiyê zêdetirî 50 aşên tehînê hene û beşek ji berhemên wan ji bazarên Ewropa û Amerîkayê re şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse