Amed (Rûdaw) - Firoşgeha pirtûkan a Monakids li Amed û Bakurê Kurdistanê yekane firoşgeha pirtûkên taybet bi zarokan e. Li vê firoşgehê ji bo zarokên kireşê jî ji bo zarokên 6 mehî jî pirtûkên dîtbarî û bideng hene. Xwediyên firoşgehê digel ku ji vê kargehê kar û qazanc nakin, ji ber girîngiyê didin xwendinê û pirtûkxaneya taybet bi zarokan wekî pêwîst dibînin danaxin.
Zarok siberoja civakê ye. Pirtûk jî find û ronahiya zarokan e. Ev firoşgeha ku pirtûkên taybet bi zarokan difiroşin, ne tenê li Amedê, belku li Bakurê Kurdistanê jî yekane ye. Ev firoşgeha digel ku ti kar û qazanc ji vî karî bi dest naxin û hinek mehan zerer jî dikin, lê dîsa jî danaxin. Ji ber ku firoşgeha pirtûkên zarokan wekî pêdawîstiyeke sereke dibînin.
Xwediyê vê firoşgehê dibêjin, armanca vê firoşgehê ew e ku bal û eleqeya zarokan ji pêlîstokan bikêşin ser pirtûkan. Dayik û bavên zarokan jî ji hebûna firoşgeheke bi vî rengî xweşhal in.
Di vê pirtûkxaneyê de ji bo zarokên di her temenî de pirtûk hene.
Xebatkara Pirtûkxaneyê Şervan Geçgel di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re behsa wê firoşgeha kitêban kir û ragihand: “Bi qasî ku em dizanin li Bakur û li Amedê ji bilî me pirtûkxaneyeke taybet bi zarokan tune ye. Ne tenê kirrîn û firotin, herwiha zarok dikarin bên li vir belaş jî bixwînin. Her core pirtûk li pirtûkxaneya me tên dîtin. Pirtûkên bi reng, yên bideng, ên ku ji bo serşok û avê jî hene. Em dixwazin bala zarokan ji pêlîstokan bikşînin ser xwendinê. Digel ku em hinekan mehan zerer jî dikin, em vir danaxin. Ji ber ku çavkaniya hemû derdên me nexwendin e.”
Beriya ku pirtûkxaneya zarokan bê avakirin, malbat neçar diman bi riya înternetê pirtûkan bikirrin. Gellek caran jî berhema ku li ser înternetê dikirrîn bi dilê wan dernediket.
Welatiyê bi navê Mûrat Ekmîş jî derbarê firoşgehê de ji Rûdawê re axivî û got: “Ewqas cure pirtûk tenê em dikarin li vir bibînin. Li malperên înternetê mirov ewqasî nikare bibîne. Ev pirtûkxane li bajarê me ye, li taxa me ye, nêzîkî me ye. Xwendevan, dêwbav dikarin hûrgulî û hûrdekariyên pirtûkan yek bi yek bibînin.Ji ber ku dîtin û bihîstin ne yek e. Ji bo her netewî pêwîstî bi xwendin û xwendekaran heye.”
Pirtûkên ku wekî pêlîstok hatine amedekirin, hem kêfa zarokan tînin hem jî wan perwerde dikin.
Xwendevan Edanûr Ekmîş li ser firoşgeha kitêban ji Rûdawê re got: “Ev pirtûk pir xweşik e. Ez ê hem bixwînim hem jî pê bileyîzim.”
Ûlaş Aslan jî dibêje: “Ez ji pirtûkan hez dikim.”
Li gor pedegog û perwerdekaran çanda xwendinê ji biçûkatiya ve dest pê dike û zarokek çiqas zû pirtûk nas bike di paşerojê de jî dê ewqas serkeftîbe.
Pedegog û Perwerdekar Leyla Eren jî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got: “Zarokek dema li malê di nav malbata xwe de pirtûkek bibîne, wê pirtûkê bi reng û deng nas bike û bixwîne yan jî jê re bê xwendin, dema dest bi dibistanê dike perwerde jê re pir hêsantir dibe. Zarokên ku li malê pirtûk nas kirine, li dibistanê pir astengiyan nakişîne. Pir kêm astengiyan dikişîne. Adaptasyon û guncandina zarok bi dibistanê re zor û zehmet nabe.”
Zarok wekî şitleke terr e. Çawa bê xwarkirin wisa mezin dibe. Lewma perwerdeya biçûkan ji ya mezinan gellek girîngtir e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse