Li Meletiyê erdhej çêbû

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Melediya Kevin a parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Melediya Kevin a Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 15:10an çêbûye û hêza wê 4 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 8.76 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Nêçîrvan Barzanî çû şîna Pêşmergeyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Nêçîrvan Barzanî: Îran mikur hat ku şaşî hatiye kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştî êrişa bi mûşekan a Îranê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê wan pêwendî bi Îranê re daniye