Li Meletiyê dîsa erd hejiya

28-12-2023
Nîşan Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermiktiyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erd hejiya.

Erdhejê demjimêr 23:34an rû da û mezihaniya wê 4,6 pile bû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku kûrahiya erdhejê 17 kîlometre bûye.

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Ji wê demê ve erdhejên paşekî berdewam dikin.

Doj jî li navçeya Wêranşarê Meletiyê erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan rû dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst