Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku nûçeyên ku dispêrin Sîpan Hemo û behsa dan û standinên bi hikûmeta veguhêz a Şamê re dikin, rastiyê nîşan nadin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê her wiha bang kir ku ji bilî kanalên fermî guh nedin daxuyaniyên din.
HSDyê îdiayên di hevpeyvîna ku di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de bi îmzeya Mîhrac Ural hatiye weşandin û dispêre Endamê Fermandariya Giştî ya HSDyê Sîpan Hemo red kirin.
Hat diyarkirin ku îfadeyên wekî "lihevnekirin" û "hewldana zindîkirina rejîma kevn" ên derbarê birêvebiriya Şamê de helwesta saziyê temsîl nakin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku di rojên dawî de di hinek dezgehên çapemeniyê de zanyariyên ne rast derbarê naverok û atmosfera dan û standinên li Şamê de cih girtine.
"Bi ti awayî ne rast in"
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em tekez dikin ku Endamê Fermandariya Giştî ya hêzên me Sîpan Hemo ti daxuyanî nedaye rojnameya `Ozgur Polîtîka`yê.
Ew nûçeyên ku li ser navê wî derbarê hevdîtinên bi hikûmeta Şamê re tên belavkirin, bi ti awayî ne rast in.
Belavkirin an jî parvekirina van zanyariyên xapînok, tevgereke neberpirsyarane ye û zirarê dide pêbaweriya giştî."
Di nivîsê de çi hatibû gotin?
Di nivîsa Mîhrac Ural de ku 5ê Kanûna Paşîn a 2026an hatibû weşandin, hatibû îdiakirin ku Sîpan Hemo şandeya hikûmeta veguhêz a Şamê wekî "devgirtî û hişk" pênase kiriye.
Di nivîsê de hatibû îdiakirin ku Hemo gotiye; "Birêvebiriya Şamê dixwaze mîna pergala kevn ava bike, em di xalên bingehîn de li hev nakin" û tekez kiriye ku ew dê di mijara pêkhateya çekdar a HSDyê û statuya YPJyê de tawîzan nedin.
Çavkaniyên HSDyê dan zanîn ku ev şîroveyên şexsî yan veguhastinên şaş in û têkiliyên şandeya fermî yên bi Şamê re di çarçoveya rêkeftina 10ê Adara 2025an de li ser zemîneke avaker dimeşin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse