Sîstanî bo Papa: Gelên navçeyê rûbirûyî gef û tundûtûjiyê dibin

06-03-2021
RÛDAW
Nîşan Papa Francis Papayê Vatîkanê Elî Sîstanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Papa Francis li Necefê li gel Ayetula Elî Sîstanî civiya. Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Sîstanî ji Papa re ragihand ku “Gelên navçeyê rûbirûyî gef û tundûtîjiyê dibin.”

Li gor serdana navçeya Ur ya dîrokî bike û beşdariyê di nimêja hevbeş ligel kesayetiyên olî yên Şîe, Sunne, Êzdî û Sabîeyên Mendayî dike.

Papayê Vatîkanê ku Rêberê Rûhî yê 1.3 milyar Mesihiyan e li cîhanî, di yek ji serdanên xwe yên dîrokî de li Iraqê bi Ayetula Elî Sîstanî re civiya ku temenê wî 90 sal dibe û li bajarê Necefê dimîne ku 200km dûrî Bexdayê ye. Hevdîtina navbera Sîstanî û Papa derdora saetekê berdewam kir.

Di dema serdana papa de li cadeyên Necefê dîmenên Ayetullah Elî Sîstanî û Papa hatibûn bilindkirin ku li ser nivîsandiye Hevdîtina Dîrokî.

Nivîsîngeha Elî Sîstanî derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Sîstanî amaje bi wê rola serkirdeyên ayînî û rûhî kir û got, “Divê kesayetiyên olî rola wan di kêmkirina derdeseriya xelkê sitemdîtî de hebe.”

Nivîsîngeha Elî Sîstanî diyar kiriye jî “Me ligel Papa behsa derdeseriya gelên navçeyê kiriye” hatiye gotin, “Gelên navçeyê rûbirûyî gef û tundûtîjiyê bûne, rûbirûyî dorpêça aborî û guhertina demografî bûne.”

Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê hatiye kirin, “Divê Mesîhî hevawayê Iraqiyan di ewlehiyê û aramiyê de bijîn. Em hêvîdarin Iraq di zûtirîn dem de ji vê rewşa tevlîhev rizgar bibe.”

Herwiha di daxuyaniya Nivîsîngeha Elî Sîstanî de hatiye diyarkirin, “Rola Merciyîyetê di parastina Mesîhiyan de hebû. Taybet di dema hatina DAIŞê di sala 2014an de û di dawî d ejî amaje bi wê kiriye, Elî Sîstanî kêfxweşiya xwe serdana Papa Francis derbiriye.”

Berî niha jî papa peyama bratiyê li gel Imamê Ezherê imze kiribû ku yek ji kesatiyên herî diyar ên Musilmanên Şîe ye. 

Musilmanên sunne ku %10 ya muslmanan pêk tînin û  piranî li Iraq û Îranê dijî.

Rê bi medyayê nehate dank u di civîna navbera Papa û Ayetula Sîstanî de amade be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst