Hatin û çûyîna li Deriyê Zêtê tê rawestandin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Deriyê Zêtê Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serperiştê Deriyê Navneteweyî yê Zêtê Cewad Siwar Hemed ragihand ku hatin û çûyîna geştyarî û bazirganiyê ya li Deriyê Zêtê 3 rojan tê rawestandin û ev yek ji sibe ve dest pê dike.

Sedema girtinê jî nûjenkirina rêya li aliyê Bakurê Kurdistanê ye.

Serperiştê Deriyê Zêtê yê Mêrgesorê Cewad Siwar Hemed ji Rûdawê re eşkere kir ku li aliyê Bakurê Kurdistanê rê tê çêkirin û teqîn (ji bo rakirina lat û zinaran) hene.

Cewad Siwar Hemed anî zimên ku ji bo metirsî li ser jiyana bazirgan û geştyaran çênebe biryar hatiye dayîn ku derî sê rojan bê girtin.

Derî dê roja duşemê vebe

Cewad Siwar li ser dema vekirina derî got, "Derî heta roja duşemê nayê vekirin çimkî xebatên li ser rêyê didomin û rojên şemî û yekşemê jî li wê derê bêhnvedan e. Loma roja duşemê derî ducare tê vekirin."

Cewad Siwar destnîşan kir ku geştyar tenê îro dikarin derbas bibin çimkî ji sibe ve derî bi temamî tê girtin.

Deriyê Zêtê li sînorê Îdareya Soranê ye û di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de ye.

Ev derî 10ê Gulana 2023yan bi merasîmekê hatibû vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst