Balyozê Çînê Şaredariya Amedê ziyaret kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çîn Şaredariya Amedê Jiang Xuebin Ziyaret
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Çînê yê li Enqereyê Jiang Xuebin û şandeya pê re çûn Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Şandeyê bi hevserokên şaredariyê re hevdîtinek kir.

Di civînê de bipêşxistina pêwendiyên dîplomatîk û çandî yên di navbera her du aliyan de hat nirxandin.

Hevserokên Şaredariya Amedê bal kişand ser potansiyela bajêr a di warên geştyarî, çandinî û teknolojiyê de.

Şandeya Çînê hat pêşwazîkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Balyozê Komara Gel a Çînê yê li Enqereyê Jiang Xuebin û şandeya pê re îro çûne serdana şaredariyê.

Hevserokên Şaredariyê Serra Bucak û Dogan Hatun li avahiya şaredariyê şandeya Çînê pêşwazî kir.

Daxwaza projeyên hevbeş

Di hevdîtinê de pêwendiyên dîplomatîk û çandî yên di navbera Çîn û Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de hatin nirxandin.

Ev pêwendî di asta birêvebiriyên xwecihî de hatin gotûbêjkirin.

Hevserokan bal kişand ser potansiyela Amedê ya di warê geştyarî, çandinî û teknolojiyê de û wan daxwaza xwe ya ji bo xurtkirina pêwendiyan anî zimên.

Her du aliyan amadebûna xwe ya ji bo parvekirina ezmûnan û pêkanîna projeyên hevbeş nîşan da.

Hat destnîşankirin ku dê di dema bê de pêwendiyên her du aliyan li ser asta şaredariyan berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst