CPT: Tirkiyeyê îsal 230 carî êrişî Herêma Kurdistanê kir

06-03-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Herêma Kurdistanê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma CPTyê ragihand ku Tirkiyeyê îsal 230 carî êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.

Endamê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Osman ji Rûdawê re ragihand:

“Ji 1ê Kanûna Paşîna 2024an heta 1ê Adara 2024an, Tirkiyeyê 230 êriş li Herêma Kurdistanê û 4 êriş jî li parêzgeha Nînowayê kirine.”

Endamê CPTyê Kameran Osman li ser awayê êrişan jî got:

“Ji 234 êrişan 12 bi dronan, 194 bi balafirên şer û 28 jî bi topbaranê hatine kirin.”

Li gorî parêzgehan, 35 êriş li Silêmaniyê, 109 li Dihokê û 86 jî li Hewlêrê hatine kirin.

Endamê CPTyê Kameran Osman herwiha got:

“Ji Tebaxa 2015an ve 152 sivîl di encama êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê de canê xwe ji dest daye û 228 sivîl jî birîndar bûne.”

Endamê CPTyê da zanîn ku ji destpêka îsal ve heta niha 2 sivîlan li Herêma Kurdistanê ji ber êrişên Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst