Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Gelaleyê yê herêma Şarbajêrê ya Silêmaniyê ji aliyê balafirên şer ve hat bombebarankirin.
Endamê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Osman ji Rûdawê re got:
"Demjimêr 11:40ê şeva borî balafirên şer ên Tirkiyeyê Dola Jajolan a gundê Gelaleyê bi dijwarî bombebaran kir.
Ji ber ku bombebaran nêzîkî gund bû hemû gundî pê hisiyan û xaniyên wan lerizîn."
Tirkiyeyê berê jî bi hinceta hebûna gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çend caran derdora heman gundî bombebaran kiribû.
Divê were gotin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) piştî baga Ocalan agirbest ragihandiye lê piştî agirbestê jî çend cihên Herêma Kurdistanê çend caran hatine bombebarankirin.
Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an xwestibû PKK çekan deyne û xwe fesix bike, PKKyê jî 1ê Adarê agairbest ragihandibû.
Tirkiyeyê piştî peyama Ocalan 9 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine ku du ji wan li sînorên Hewlêrê bûn, yek li Silêmaniyê û şeşên din jî li Dihokê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse