Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya telefonê bipêşketinên herêmê gotûbêj kir.
Barzanî û Sûdanî tekez kir ku nabe xaka Îraqê ji bo êrişkirina ser welatên cîran were bikaranîn.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê îro înê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê axivîn.
Di wê pêwendiyê de bipêşketinên ewlehiyê yên dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.
Her wiha bandora operasyonên leşkerî yên li ser Îraqê jî hat nîqaşkirin.
"Divê rê li ber êrişan were girtin"
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser "redkirina wan binpêkirinan kir ku bajarên Îraq û Herêma Kurdistanê kirine armanc."
Her wiha ew hevnerîn bûn ku divê rê li ber wê yekê were girtin ku xaka Îraqê bibe cihê êrişkirina welatên cîran.
Yekkirina helwestan
Di beşeke din a axaftinê de, Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew piştgiriyê didin hemû wan hewldanên ku armanca wan xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê ye.
Her di vê çarçoveyê de, Serokwezîrê Îraqê û Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser girîngiya "yekkirina helwest û gotara hêzên niştimanî".
Hat destnîşankirin ku ev yek ji bo rûbirûbûna astengiyan, parastina serweriya welêt û ewlehiya niştimanî pêwîst e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse