Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê komên yasayê bin pê dikin ve bûye armanca êrişên terorîstî.
Parêzgarê Hewlêrê got, "Hikûmeta Îraqê ji vê pirsgirêka hestyar berpirsyar e û divê di demeke zû de helwesteke pratîk nîşan bide.
Umêd Xoşnaw li ser êrişên Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.
Parêzgarê Hewlêrê eşkere kir ku di demekê de ku Herêma Kurdistanê her tim di sengerê aştiyê de ye û ji bo hemû herêmê di nava hewldanên aştiyane de ye lê komên ku yasayan bin pê dikin êrişên terorîstî didomînin.
Umêd Xoşnaw derbarê êrişa nêzîkî "Sky Tower"ê jî got, "Tiştê ku rû da ku ew der cihê niştecihbûna welatiyên sivîl e, rûyê rasteqîn ê terorîstan nîşan da."
Parêzgarê Hewlêrê di peyama xwe de bi tundî nerazîbûna xwe li hemberî armancgirtina welatiyên sivîl nîşan da û ev yek wekî "karekî qirêj û terorîstî" wesif kir.
Umêd Xoşnaw di dawiya daxuyaniyê de tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di asta herî bilind a berpirsyariyê de ax û xelkê Herêma Kurdistanê diparêze û "dê li hemberî xerabkar û terorîstan bisekine."
Parêzgarê Hewlêrê ji Rûdawê re ragihandibû ku nêzîkî saet 23:00yan dronek li nêzîkî Rotana Arjaan Otel û Sky Towera Hewlêrê ketiye xwarê û dron beriya ku bigihe armanca xwe "hatiye pûçkirin."
Umêd Xoşnaw her wiha gotibû, "Nayê zanîn armanca dronê kû der bûye lê dron piştî ku hatiye pûçkirin parçeyên wê li nêzîkî wê hotêlê ketine xwarê."
#VÎDEO - Li Hewlêrê dronek hat xistin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 6, 2026
🎙️Şahidekî ji Rûdawê re got:
🗨️Dengê wê gelekî bihêz bû, dişibiya dengê mûşekekê pic.twitter.com/xQvWr0MYqz
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse