Hewlêr (Rûdaw) - Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldanê li navçeya Qelqeliyê ya Wanê peyamên girîng dan û got, "Dem hatiye ku di pêvajoya çareseriyê de gavên pratîk bên avêtin."
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan doh (5ê Adara 2026an) beşdarî bernameya fitarê ya Şaredariya Qelqeliyê ya Wanê bû.
Buldan li wir derbarê pêvajoya çareseriyê, amadehiyên yasayî û rewşa Abdullah Ocalan axivî.
"Em dizanin ku dê aştiyeke bi rûmet pêk were"
Pervîn Buldanê bal kişand ser nîqaşên li ser nasname û çanda Kurdan û wiha got:
"Ev pêvajo nabe pêvajoyeke ku em dê stûyê xwe li ber kesên ku vî welatî bi rê ve dibin xwar bikin.
Ji destpêkê ve haya me ji berdêl, têkoşîn û hemû azarên ku me dîtine heye.
Em dizanin ku di dawiya vê pêvajoyê de aştiyeke bi rûmet dê pêk were."
Pervînê diyar kir ku divê kes vê rewşê şaş fêm neke û hesaban li ser qirkirina Kurdan neke.
Wê destnîşan kir ku Kurdan bi dayîna berdêlan ziman, çand, vîn û nasnameya xwe bi dest xistiye.
"Niha dema gavên pratîk e"
Wê behsa banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê kir û ew bang wekî "garantî"yê pênase kir.
Endama Şandeya Îmraliyê wiha berdewam kir:
"Li gel vê bangê, gavên ku divê werin avêtin hatine ziman. Niha dema gavên pratîk e.
Gelê me li benda gavên pratîk e. Gelê me li benda azadiya Birêz Ocalan û hevdîtina bi wî re ye."
Daxwaza guhertina şertan
Pervîn Buldanê daxwazên gel wiha rêz kirin:
"Gelê me dixwaze mercên jiyana Birêz Ocalan werin guhertin.
Gelê me dixwaze bi ziman, çand û nasnameya xwe bijî.
Gelê me daxwaza azadiya hevalên me yên di girtîgehan de dike. Bila cejn bibe derfetek."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse