Li Seqizê baregehên Pasdaran hatin bombebarankirin

6 demjimêr berê
Nîşan Îsraîl Amerîka Êriş Supaya Pasdaran Seqiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser baregehên leşkerî û navendên hikûmetê yên Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê didomin.

Îro (6ê Adara 2026an) baregehên Supaya Pasdaran ên li bajarê Seqizê yê parêzgeha Sineyê hatin bombebarankirin.

Li gorî agahiyan, yek ji wan cihên ku hatiye bombebarankirin Baregeha Henzelayê ya Supaya Pasdaran a li Seqizê ye ku bi çend mûşekan hatiye hedefgirtin.

Heta niha derbarê ziyanan de agahî nehatine bidestxistin.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê dest bi êrişa leşkerî ya li ser Îranê kir.

Îranê jî bersiv da û xeynî Îsraîlê, êrişî hinek hedefên li Qeter, Îmarat û Behreynê kir ku baregehên Amerîkayê li wan deran hene.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Îranê Elî Xamineyî û gelek rayedarên payebilind ên Îranê mirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Husên Kermanpûr ragihand ku di êrişan de heta niha 926 kes mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst