Li Rojhilata Navîn olana şer e, li Dêrsimê çirayên aştiyê geş dibin

7 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Çalakiya li Dêrsimê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Çalakiya li Dêrsimê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Çira Aştî
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Jinên Dêrsimî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan berê xwe da Ziyareta Ana Fatmayê.

Li herêmê dengê çekan zêde dibe û metirsiya belavbûna şer heye.

Jinan di vê rewşa hestyar de ji bo aştiyê çira pê xistin û dia kirin.

Çalakî bi pêşengiya Meclisa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) hat kirin.

Jinan bal kişand ser bandora xerab a şer a li ser civakê û daxwaz kir ku zarok û ciwan nebin qurbaniyên şer.

"Yên di tengasiyê de ne rizgar bike"

Welatiya bi navê Husniye Alanê diayên xwe wiha anîn zimên:

"Îro em hatin serdana Ana Fatmayê.

Me got, ya Ana Fatma, kî di tengasiyê de be, kî di bin zulmê de be tu alîkariya wan bikî ku rizgar bibin.

Zarok û zêçên me di tengasiyê de nehêle, yên di tengasiyê de ne rizgar bike.

Tiştê helal nesîbî me bike, Xweda diayên me qebûl bike."

"Em dibêjin bila êdî qencî hebe"

Yeter Yildirimê jî destnîşan kir ku dengê çekan li derdorê kêm nabe û got:

"Em dixwazin êdî destên xerab ji ser jinan dûr bikevin. Em naxwazin jin werin kuştin.

Li dora me her dem dengê top û tivingan heye.

Bila xelk nemire, bila zarok nemirin, em ji bo vê yekê hatine vir. Em dibêjin bila êdî qencî hebe."

"Dayîka min laçika xwe diavêt erdê"

Welatiya bi navê Vîlaskir Yildiz jî edeteke kevn a herêmê bi bîr anî û wiha axivî:

"Dema şer çêdibû, dayîka min laçika xwe diavêt erdê da ku şer bisekine.

Ez naxwazim ti kes bimire. Ne tenê ji bo Elewiyan ne tenê ji bo Kurd an Tirkan, ez ji bo Ereb, Çerkez û her kesî azadiyê dixwazim.

Bila Ana Fatma alîkariya her kesî bike."

Bernameya jinan bi parvekirina loqmeyan û dia û peyamên aştiyê bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst