Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku şeva borî êrişeke "terorîstî" li qada petrolê ya HKNyê ya li parêzgeha Dihokê hatiye kirin.
Ji ber êrişê zirar gihiştiye qadê û hilberîna petrolê hatiye rawestandin.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê di daxuyaniyê de got, "Şeva borî ji aliyê komên li derveyî qanûnê yên li Îraqê ve, êrişeke terorîstî li qada petrolê ya HKNyê ya li navçeya Sersingê ya parêzgeha Dihokê hat kirin."
"Bûye sedema rawestandina hilberînê"
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî li ser zererên êrişê da zanîn ku ji ber êrişê zerer gihiştiye qadê.
Wezaretê destnîşan kir ku ev êriş "bûye sedema rawestandina hilberîna li qadê."
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi tundî êriş şermezar kir.
Wezaretê li ser êrişê got, "Armanca wê lêdana li jêrxana aborî û samana xelkê Herêma Kurdistanê ye."
Berpirsyarî di stûyê kê de ye?
Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser aliyê berpirsyar jî kir û got:
"Berpirsyariya vê êrişê di stûyê wî aliyî de ye ku ji deverên di bin desthilata wan de êriş tên kirin.
Bi vê yekê zirarê digihînin Herêma Kurdistanê û dahata hemû Îraqê."
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di dawiya daxuyaniya xwe de bangî hikûmeta federal a Îraqê kir.
Wezaretê xwest ku hikûmet rê li ber wan êrişan bigire ku "xelkê sivîl, jêrxana aborî û sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê" dikin armanc.
Bi 2 dronan êriş kirin
Qada petrolê ya HKNyê li navçeya Sersingê ya parêzgeha Dihokê ye.
Ev qad li Herêma Kurdistanê yek ji qadên çalak ên hilberîna petrolê ye.
Şeva borî bi 2 dronan êrişî qadê hat kirin û ji ber wê yekê hilberîna petrolê rawestiya.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse