Hewlêr (Rûdaw) Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê keçeke kûçikekî bi keçeke 17 salî girt û keçik birîndar bû.
Hat zanîn ku li Taxa Cumhuriyetê ya Semsûrê keça 17 salî ya bi navê Betûl Dogan dema dimeşiya kûçikekî malê êrişî wê kir û pê girt.
Li gorî zanyariyan Betul Dogan di êrîşa kûçik de birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.
Kêliyên êrîşa kûçik ji aliyê kameraya çavdêriyê ya dikanekê ve hatin tomarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse