Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêsniyê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, piştî xwarina êvarê ya li şevîmana xwendekarên zanîngehê 70 xwendekar bi jehrê ketin û ew rakirin nexweşxaneyê.
Bûyerê şeva borî li şevîmana xwendekarên keç û kur a Zanîngeha Adiyamanê ya li navçeya Bêsniyê rû da.
Li gorî agahiyan, piştî xwarina şîvê ya li şevîmanê rewşa tenduristiyê ya 70 xwendekaran xera bû.
Tîmên tenduristiyê 70 xwendekar ji ber gazinên wekî vereşîn û gêjbûnê, bi gumana bijehrêketinê ji ber xwarinê bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyê.
Piştî midaxeleya destpêkê ya li nexweşxaneyê, xwendekar hatin razandin û tedawiya wan dest pê kir.
Hat ragihandin ku rewşa xwendekaran baş e û tedawiya wan didome.
Rektorê Zanîngeha Adiyamanê Prof. Dr. Mehmet Keleş piştî bûyerê li nexweşxaneyê çû serdana xwendekaran û li ser rewşa wan agahî wergirtin.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse