Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Reqayê Ebulrehman Selame ragihand ku destdanîna ser milkên Kurdan dê were rawestandin.
Fermandarê Asayîşa Hisîçayê (Hesekê) û Parêzgarê Reqayê civiyan û wan pirsgirêka destdanîna ser milkên Kurdan û vegera koçberan gotûbêj kir.
Fermandarê Asayîşa Hisîçayê Mehmûd Xelîlê ku wekî Siyamend Efrîn tê naskirin, şeva borî bi Parêzgarê Reqayê Ebulrehman Selame re civiya.
Destdanîna ser milkan tê rawestandin
Di civînê de dosyeya destdanîna ser xanî û milkên welatiyên Kurd ên li parêzgeha Reqayê hat nirxandin.
Parêzgarê Reqayê di civînê de ragihand ku ew dê fermanê bide da ku ev kiryar demildest werin rawestandin.
Parêzgarê Reqayê da zanîn ku ew dê destûrê nedin ku destdanîna ser mal û milkên xelkê bidome.
Vegera koçberan
Her wiha di beşeke din a civînê de li ser vegera koçberên Reqayê hat axaftin.
Gelek welatiyên Reqayê ji ber şer û pevçûnan neçar mabûn ku malên xwe terk bikin û koçber bibin.
Armanca vê hevdîtinê ew bû ku ji bo vegera koçberan a ewle zemînek were amadekirin da ku ew karibin bi aramî vegerin ser mal û milkên xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse