Sirri Sakik: Qedexekirina xutbeya Kurdî li dijî hiqûqa biratiyê ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Sirri Sakik bû mêvanê bultenê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Sirri Sakik bû mêvanê bultenê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Kurdî Xutbe Sirri Sakik DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Giyadînê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, miftîtiyê xutbeyên bi Kurdî yên li mizgeftan qedexe kir.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik bû mêvanê bultena Rûdawê û li ser vê biryarê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

Sirri Sakik diyar kir ku ev qedexe ne tenê biryara miftiyekî, nîşaneya hişmendiyeke sedsalî ye ku hebûn û zimanê Kurdan red dike.

Sakik destnîşan kir ku Kurd sed sal e ji bo azadiya zimanê xwe têkoşîneke mezin didin û anî ziman:

“Kurd 100 sal e şerekî mezin didin û kedeke pir mezin didin ji bo ku zimanê wan azad bibe.

Ev sedsal û nîvek e ku em li ser vê axê bi Kurdî diaxivin, bi Kurdî şînê girê didin û bi Kurdî aştiyê dixwazin.

Lê mixabin hîn jî li mizgeftan, li parlamentoyê û li her derî êrişî zimanê me dikin.”

Sakik bal kişand ser wê yekê ku li Agiriyê piraniya xelkê bi Kurdî diaxive û got:

“Xelk li malê û li bazarê bi Kurdî diaxive, çima nikaribe bi zimanê xwe guhdariya xutbeyê bike?”

‘Li parlamentoyê jî zimanê me nenas e’

Parlamenterê DEM Partiyê da zanîn ku ev hişmendî li Parlamentoya Tirkiyeyê jî didome û li pey çû:

“Dema em li parlamentoyê bi Kurdî diaxivin, mîkrofonê digirin û dibêjin ‘zimanê nenas’.

Ev parlamentoya ku dibêje em ji bo aştiyê û biratiyê dixebitin, hîn jî peyvekê bi Kurdî qebûl nake.

Miftîtiya Agiriyê jî bi vê biryarê nîşan da ku ew li dijî hiqûqa biratiyê ne.”

Sirri Sakik eşkere kir ku wan ev mijar gihandiye Parêzgariya Agiriyê û ew dê li dijî vê hişmendiyê dengê xwe derxin.

‘Amedspor îsyana sedsalî ye’

Di bultenê de qala serkeftina Amedsporê jî hat kirin.

Sirri Sakik diyar kir ku Amedspor ne tenê tîmeke futbolê ye û da zanîn:

“Amedspor îsyana gelê Kurd e. Îsyana sedsalî ye.

Em li her derê hene. Amedspor li Bursayê rastî êrişan hat, bi nijadperestiyê re rû bi rû ma lê dîsa jî bi ser ket.

Ev tîm sembola Kurdan a li hemû cîhanê ye.”

Sakik di dawiya axaftina xwe de ragihand ku heta Kurd di warê siyasî û civakî de yekîtiya xwe ava nekin, dê ev êrişên li ser ziman û nasnameyê berdewam bikin.

Wî her wiha bangî rayedaran kir ku ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan gavan biavêjin û dawî li qedexeyên li ser zimanê Kurdî bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst