Amûd (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, piştî ku xwendin bi zimanê Kurdî bû fermî, nifşek mezin dibe ku tenê bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde dîtiye.
Nisrîna 17 salî, yek ji wan xwendekaran e ku ji pola yekem ve bi Kurdî dixwîne û niha di polên amadehiyê de ye.
Ew û hevalên xwe her sibeh bi sirûda “Ey Reqîb” dest bi roja xwe ya xwendinê dikin.
Wekî hemû xwendekarên Rojavayê Kurdistanê, ew jî her sibeh ji hev re dibêjin "Kurd ziman."
Ev 10 sal in li Rojavayê Kurdistanê xwendin bi zimanê Kurdî tê dayîn.
Temenê Nisrînê wekî temenê krîza Sûriyeyê ye.
Dema ew bû 7 salî, dibistan bi temamî bûn Kurdî û wê ji pola yekem ve bi Kurdî xwendiye.
“Em pê serbilind in”
Mamoste Fadiya Omerê qala xebatên xwe yên perwerdeyê kir û got:
“Ev 9 sal in ez mamoste me û min nêzîkî 900 xwendekar fêr kirine.
Hêviyên me hene ku zimanê me bigihîje asta cîhanê û li her derê bê naskirin.
Zimanekî pir kevnar, dewlemend û xweş e, em pê serbilind in.”
Pergala dersan
Xwendekar Nisrîn Cizîriyê jî qala pergala dersên xwe kir û wiha axivî:
“Waneya me ya yekem zimanê Kurdî bû. Paşê cografya, çand û dîrok bûn.
Em 5 demjimêran waneyan dibînin. Sê dersên me yên Erebî û Îngilîzî jî hene.”
Nisrînê pola 9an xelas kir û derbasî pola 10an bû.
Ew bi Kurdiyeke zelal diaxive û êdî di malê de alîkariya dê û bavê xwe jî dike.
"Ez ji keça xwe fêrî gelek gotinên Kurdî dibim"
Dayîka Nisrînê Emîne Xelîlê jî diyar kir ku ew jî ji keça xwe fêrî Kurdî dibe û wiha got:
“Dema me Kurdî nebû, hinek kesan ji xwe re li malê tîpên Kurdî dixwendin.
Li mala me jî birayê min dixwend. Dema ku şoreş çêbû gelekan digot 'Em zarokên xwe naşînin.'
Lê min ji keça xwe re got ku her bipêşketin, çi bi Kurdî çi bi Erebî baş e. Lê Kurdî zimanê me ye.
Niha Nisrîn alîkariya min û xwişka xwe dike. Mînak em dibêjin 'heywan', ew dibêje 'lawir.'
Ez ji wê fêrî gelek gotinên Kurdî dibim. Bavê min jî Kurdiyeke baş diaxivî.
Me digot 'em teabîn in' lê wî digot 'ez westiyam.'
Min dît Nisrîn jî dibêje 'erdhej', min jê re got ma 'erdhej' çi ye? Wê got 'Zilzele ye mama.'
Min jî got 'Êdî mebêje mama, bêje yadê.'"
Vebijêrka dawî Erebî ye
Nisrîn naxwaze bi Erebî bixwîne û li ser paşeroja xwe û hezkirina zimanê xwe wiha axivî:
“Bi rastî jî bijardeya min a herî dawî ye ku ez bi zimanê Erebî bixwînim.
Eger ez neçar bim, ez dê berê xwe bidim Başûrê Kurdistanê ji bo ku ez xwendina xwe ya bi zimanê Kurdî bidomînim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse