Colemêrg (Rûdaw) - Rêya sereke ya di navbera Wan û Colemêrgê de ji 13ê Nîsanê ve ji ber hezaz û herifîna axê girtî ye û xebatên ji bo vekirina rêyê didomin.
Niha li devera Gezneyê ji bo çûn û hatina di navbera her du parêzgehan de, bi awayekî demkî rêyeke alternatîv hatiye vekirin.
Lê belê ji ber xerabûna rêyê, welatî rûbirûyî zehmetiyan dibin.
Rêya demkî xelkê mexdûr dike
Ew rêya demkî li gundê Xezekyanê ye û rêyeke teng û xirab e.
Niha ji parêzgeha Colemêrgê û gundên wê nêzîkî 100 hezar kes û ji navçeya Çelê û gundên wê jî nêzîkî 15 hezar kes bi vê rêyê çûn û hatinê dikin.
Ji 13ê Nîsanê ve rêya sereke ya Colemêrgê ji ber lehiyê hatiye girtin.
Kêmasî çêdibin
Serokê Yekitiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran Muharrem Tekîn li ser mijarê wiha axivî:
“Bi rastî li parêzgeha Colemêrgê êdî di gihandina xwarin, vexwarin û xizmetên mirovî de kêmasî çêdibin.
Eger pirsgirêk çareser nebe dê pirsgirêkên mezintir peyda bibin.”
Niştecihê herêmê Cafer Akarsu jî qala mexdûriyeta xwe kir û got:
“Em gelek zehmetiyan dibînin. Dema karê me dikeve Colemêrgê carinan em 6-7 kîlometreyan di rêyên çiyayan re diçin.”
Pira nû tê çêkirin
Piştî ku ji ber lehiyê rêya sereke ya di navbera Colemêrg û Wanê de hate girtin, niha bi alîkariya hêzên leşkerî hewl tê dayîn ku rêyeke nû bê vekirin.
Bi vê armancê pira nû tê çêkirin.
Serokê Odeya Esnafan a Geverê Salih Ozdemîr jî li ser xebatan ev zanyarî dan:
“Niha pirekê çêdikin. Li gorî agahiyên ku me ji rayedaran wergirtine dê heta hefteyekê pir çêbibe.
Paşê dê ji çûn û hatinê re bê vekirin.”
Li parêzgeha Colemêrgê îsal ji ber barîna zêde ya berf û baranê him rêyên li Geliyê Zê, him jî rêyên navçeyên Şemzînan û Rûbarokê li gelek cihan xera bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse