Mustafa Karasu: Em dixwazin bi rêyên siyasî û demokratîk têkoşînê bimeşînin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mustafa Karasu PKK Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mustafa Karasuyê ku yek ji damezirînerên PKKyê ye diyar kir, "Di qonaxa niha de em êdî dixwazin bi rêyên siyasî û demokratîk têkoşînê bimeşînin."

Doh birêvebirên PKKyê yên pilebilind bi navê "Birêvebirina Tevgera Apoyî" civîneke çapemeniyê li dar xistibû.

Wan li ser salvegera yekem a kongreya fesixkirina PKKyê û qonaxa dawî ya piştî banga Abdullah Ocalan daxuyanî dabû.

Endamê Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu li ser pêvajoya salekê ya piştî biryara fesixkirinê nirxandin kir.

Mustafa Karasu li ser fesixkirina PKKyê ji Medya Haberê re axivî.

Guherîna paradîgmayê

Mustafa Karasu anî ziman ku eger ew damezirandina PKKyê ji “Koma Apoyî” bidin destpêkirin zêdetirî 50 salî derbas bûye û got:

"Partiyeke 50 salî, têkoşînek û tevgerek heye.

Di vî warî de şert û mercên têkoşînê guherîn, li Rojhilata Navîn guherîn çêbûn.

Li aliyê din li ba me jî guherîna paradîgmayê çêbû.

Em ji nêzîkatiyên Sosyalîst ên klasîk dûr ketin û em gihîştin têgihîştineke nû ya Sosyalîst, têgihîştineke Sosyalîst a demokratîk."

Karasu destnîşan kir ku fesixkirina partiyekê ya piştî 50 salan rewşeke ku mirov dikare jê fêm bike ye û li pey çû:

"Rastiya partiyeke ku 50 salan têkoşiye, nirxên gelekî mezin afirandine, li gorî şert û mercên 50 sal berê rêxistin ava kiriye û encam girtiye heye.

PKK ne ji ber ku di nav 50 salan de ti nirx neafirandine, encam negirtiye û bi ser neketiye hatiye fesixkirin."

'Em dixwazin bi rêyên siyasî têkoşînê bimeşînin'

Karasu diyar kir ku ew dixwazin ji niha û pê ve “bi rêya siyasetê têkoşînê bimeşînin” û wiha anî ziman:

"Di qonaxa niha de em êdî dixwazin bi rêyên siyasî û demokratîk têkoşînê bimeşînin.

Em wisa difikirin ku eger dewlet di vê mijarê de vekirî be, daxwaz û armanc bi rêyên siyasî û demokratîk pêk tên.

Ji ber vê yekê guherîneke wiha çêbû."

Fesixkirin ne ji ber têkçûnê ye

Karasu li ser fesixkirina PKKyê gotinên xwe wiha domandin:

"Ez dikarim li ser fesixkirina PKKyê van tiştan bibêjim.

Rewşeke wekî 'PKK neçar ma, PKK bi ser neket, PKK di dîrokê de ti wate û nirx neafirandin, ji ber wê hat fesixkirin' nîne.

Berovajî vê yekê nirxên gelekî mezin afirandin.

Ji bo ku nirxên 50 salan watedar bibin û ew nirx di rastiyê de bigihîjin armanca xwe, fesixkirin pêwîst bû.

Ango fesixkirina PKKyê ji aliyekî ve jî ji bo rêzgirtina li PKKyê ye da ku nirxên ku di dîrokê de afirandine watedar werin dîtin.

Eger wiha were fêmkirin dê rast were fêmkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst