Tirkiyê dest bi bombebarana Zinarê Kêste kir

06-06-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyê dest bi bombebarana Zinarê Kêste li sînorê nahiyeya Kanî Masê li parêzgeha Duhokê kir.

Firokeyên Tirkiyê li esmanê navçeyê difirin û derdora gundê Kêste û Zinara Kêste bi dijwarî bombebaran dikin.

Peyamnêrê Rûdawê Huner Reşîd li deverê ragihand, dengê helîkopterên artêşa Tirkiyê li esmanê navçeyê tê bihîstin û heta niha 3 rokêt avêtine navçeyê.

Bi gotina peyamnêrê me, di van rojên dawî de operasyona Tirkiyê nêzîkî gundên Çelka Nû, Çelka Seyda, Bazîvê, Bêgova, Hirûrê û Ore yên ser bi nahiyeya Kanî Masê bûye.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, herî dawî artêşa Tirkiyê 3 xalên din ên serbazî li deverê danîne û got, hêzên Tirkiyê li gundê Ure jî li ser girekî nêzîkî gund xaleke leşkerî danîne.

Artêşa Tirkiyê roja 4ê vê mehê operasyonek bejayî li derdora gundê Ure dabû destpêkirin, ku bi gotina Muxtarê gund Ehmed Ureyî 33 mal li wî gundî dijîn û ji ber nêzîkbûna hêzên Tirkiyê, nişteciyên gund gelek ditirsin.

Artêşa Tirkiyê ji roja 23ê Nîsana îsal ve operasyonek bi navê Pençe Yildirim li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û bi taybet li sînorê parêzgeha Duhokê dest pê kiriye. Operasyon li navçeyên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan tê kirin.

Tirkiye dibêje, operasyon li dijî binke û navendên PKKê yên li wan navçeyan hatiye destpêkirin, lê belê şer û pevçûn û bombebaranên bo ser wan navçeyan zirarek mezin gihandiye welatiyên sivîl û nişteciyên gundên herêmê.

Ji destpêka operasyonê ve heta niha 7 gund li sînorê parêzgeha Duhokê hatine valakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Sêla di hembêza bavê xwe de ye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

TAYBET - Sêwî û koçber: Sêla 5 mehî ye, çekdaran dêya wê kuştiye û mala wê nîne

Carinan mirov di 5 mehiya xwe de sêwîbûn û koçberiyê bi hev re nas dike, nexasim heke ew mirov Kurd be ev dibe rewşeke ne gelekî ecêb