Li Wanê 10 hezar kes beşdarî Çalakiya Çavdêriya Asman bûn

06-07-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Wan Bakurê Kurdistanê Asman Çavdêrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artemêt a Wan a Bakurê Kurdistanê li kêleka Gola Wanê çalakiyeke taybet bo çavdêriya asman û temaşekirina gerstêrkan hatiye destpêkirin. Di çalakiyê de 10 hezar mereqdar û hezkiriyên fezayê yên li seranserî Bakurê Kurdistan û Tirkiye hatin Wanê û bi teleskoban çavdêriya asman kirin. Di çalakiyê de bi dehan zana û pirsporên fezayê jî beşdar bûn û zanyarî dan kesên beşdar.

Beşdarvanekî anî ziman, “Hevalên ciwan û pispor ji gelek bajaran hatine û li ser wan teleskoban tevî sermayê yek bi yek ji me re gotin  ku her cismekî asman çi ye û çiqas mesafer di navbera wan û dinyayê de heye.”

Di çarçoeveya çalakiyê de li 5 wêstgehên cuda ji bo  30 teleskop hatin danîn.  Çalakî bi şev jî berdewam bû.  Beşek ji çalakvan li vê parkê  konên xwe   vedan û bi şev jî çavdêriya cîsmên asmanî kirin.  ji her temenî xelk beşdarî çalakiyê bûn. Bi taybet hejmareke zêde ya zarokên parêzgehê   ligel malbatên xwe di çalakiyê de amade bûn û bi şev li dîmenê hîvê û stêrkan nêrîn.  Ew kêfxweş in ku yekem car e çalakiyeke bi vî rengî li Wanê tê kirin.

Zaroka beşdarvan got, “Li ser hîvê qulên mezin hebûn û şeklên cuda dihatin dîtin. Ez kêfxweş im ku li Wanê me. Li Wanê gelek tiştên xweş hene.”

Hafid Kasva Arvas got, “Ez dixwazim bibim zanayê fezayê. Ez dixwazim derbarê fezyê de hertiştî bizanim.”

Beşdarvanekî anî ziman, “Zarokên berî niha bi teleskopê ti car stêrk û gerstêrk nedîtine, li vir bi aweyek baş ev yek tecrûberkirin. Ev ji bo wan tiştekî gelek balkêş bû.”

Çalakî bi serperiştiya Wezareta Teknolojî û Pêşesaziyê Tirkiye, Wezereta Çand û Geştiyarî û Wezareta Weziş  û Ciwanan di   3ê Temûzê de detspêkir û 5ê Temûzê de bi dawî hat. Ev çalakî sala derbasbûyî yekem car li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat destpêkirin û îsal jî piştî Amed û Wanê biryar e di navbera 22 û 24ê Temûzê de li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê û di navbera 18 û 21ê Tebaxê de jî li Antalyayê bê  kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst