Di ser darvekirina Şêx Seîd re 98 sal derbas bûn

29-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Şêx Seîd Amed Bakurê Kurdistanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser darvekirina Şêx Seîdê Pîran re 98 sal derbas bûn. Şêx Seîd 13ê Sibata 1925an li navçeya Pîranê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve li dijî hikûmeta Kemalîstan serhildan da destpêkirin, lê belê serhildana wî biser neket û Şêx Seîd û hevalên wî 29ê Hezîrana 1925an ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyê ve hatin darvekirin.

Şêx Seîd sala 1865an li navçeya Palû ya Xarpêtê ji dayik bûye û li Bakurê Kurdistanê şêxekî giring û navdar ê terîqeta Neqşîbendî bû. Şêx Seîd li bajarê Xinisê yê ser bi Erzeroma Bakurê Kurdistanê xwendina xwe ya olî qedandibû.

Serokê Komeleya Serxwebûna Kurdistanê bû û ligel hejmarek parlamenterên Kurd û mezin û serkirdeyên Kurd ên wê demê biryar da, li dijî hikûmeta Komara Tirkiyê û tevgera nijadperest a Kemalîstan serhildanê bike. Armanca şoreşa wan serxwebûna Kurdistanê bû û roja 13ê Sibata 1925an şoreşê dest pê kir.

Serhildana Şêx Seîd di dîroka Kurdan de berfirehtirîn serhildan e ku li 14 bajar û navçeyan belav bûbû. Di heman demê de yekem serhildan bû ku piraniya pêşengên wê bi hev re hatin darvekirin.

Piştî ku serhildana Şêx Seîdê Pîran şikest û ew û gelek hevalên wî hatin girtin, 10ê Gulana 1925an li Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilat (Şark İstiklal Mahkemesi) a Amedê hatin darizandin.

Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir, di 28ê Hezîranê 1925an de, derbarê Şêx Seîd û 46 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê da. Li du kesan jî cezayê girtîgehê hat birîn.

Piştî biryara dadgehê, 28 kes ji hevalên Şêx Seîd û beşdarên serhildana 1925an di roja 28ê Hezîranê de û yên din û Şêx Seîd bi xwe jî di 29ê Hezîrana 1925an de li Taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin. Bi tevahî 47 kes hatin darvekirin.

Ji wê rojê heta niha hê jî nayê zanîn ka dewleta Tirkiyê termê Şêx Seîd û hevalên wî li ku derê veşartine û gora wan hê jî ne diyar e. Di serî de malbata Şêx Seîd, bi awayekî giştî Kurd û rêxistinên Kurdan ji dewleta Tirkiyê dixwazin ku cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî bê eşkerekirin.

Herî dawî meha Hezîrana 2023an 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqerê li ser serlêdana malbata Şêx Seîd û Baroya Amedê, daxwaza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî, bi hinceta ku di destê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de ti zanyarî nînin red kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst