Tirkiyeyê qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kir

06-07-2025
RÛDAW
Nîşan Balafirgeha Silêmaniyê Tirkiye Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Firokevaniyê ya Tirkiyeyê qedexeya bikaranîna asmanê xwe ya ji bo geştên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê heta 6ê Çiriya Pêşînê dirêj kir.

Qedexeya Tirkiyeyê 3yê Nîsana 2023yan dest pê kiribû û heta niha çend caran hatiye dirêjkirin.

Tirkiyeyê wekî hinceta rawestandina geştan, zêdebûna çalakiyên PKKyê yên li Silêmaniyê û “ketina rêxistinê ya nav balafirgehê ya bi awayekî ku gefê li ewlehiya firînê dixe” nîşan dabû.

Rêhewaya Tirkiyeyê geşt rawestandibûn

Ji 3yê Nîsana 2023yan ve Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) geştên xwe yên ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê rawestandine.

Her wiha Tirkiye destûrê nade ku balafirên ji Silêmaniyê radibin yan jî ber bi wir ve diçin, asmanê Tirkiyeyê bi kar bînin.

Birêvebirê Balafirgeha Silêmaniyê Hindirîn Hiwamiftî di daxuyaniya xwe ya 6ê Kanûna Paşînê de ragihandibû ku Tirkiyeyê qedexeya li ser asmanê xwe heta 6ê Tîrmehê dirêj kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst