Serok Barzanî û Balyozê Vatîkanê civiyan: Bihevrejiyan li Kurdistanê kultûreke resen e

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Balyozê Vatîkanê yê Îraqê Miroslaw Wachowski
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ragihand ku bihevrejiyan li Herêma Kurdistanê bûye kultûreke resen û ew bi vê yekê serbilind in.

Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê Balyozê nû yê Vatîkanê yê Îraqê Miroslaw Wachowski qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Balyozê nû yê Vatîkanê kêfxweşiya xwe ya ji bo ziyareta Herêma Kurdistanê nîşan da.

Wî spasiyên Vatîkanê gihandin Serok Barzanî, xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Wî diyar kir ku Herêma Kurdistanê di rojên teng de deriyê xwe ji koçber û mexdûran re vekiriye û piştgirî daye hemû pêkhateyan û bi taybetî jî Xiristiyanan.

“Pêkhate xwe di nav aramiyê de dibînin”

Balyozê Vatîkanê pesnê kultûra bihevrejiyan û hevqebûlkirinê ya li Herêma Kurdistanê da.

Wî anî zimên ku pêkhate di saya vê aramiyê de xwe rihet hîs dikin.

Her wiha wî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya projeyên xizmetguzariyê dike.

Balyozê Vatîkanê wekî mînak Zanîngeha Katolîk, Nexweşxaneya Enkawayê û dibistanên taybet destnîşan kirin ku Xiristiyan tê de bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin.

Di beşeke din a civînê de, qala ziyareta dawî ya Serok Barzanî ya Vatîkanê hat kirin.

Her wiha qala ziayreta dîrokî ya Papa Francis a Herêma Kurdistanê jî hat kirin.

“Em dê kultûra bihevrejiyanê bi pêş bixin”

Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li Balyozê nû yê Vatîkanê kir û di erkê wî de ji wî re serkeftin xwest.

Wî ji bo serxistina karên wî piştgiriya xwe ducare kir.

Serok Barzanî tekez kir ku bihevrejiyan li Kurdistanê bûye kultûreke resen û ew pê serbilind in û got:

"Em dê hemû hewlên xwe bidin da ku ev kultûr bidome û were bipêşxistin."

Serok Barzanî bal kişand ser qurbaniyên Pêşmergeyên Kurdistanê yên di şerê li dijî DAIŞê de.

Wî daxuyand ku Pêşmergeyan ji bo parastina hemû pêkhateyên olî û neteweyî bêyî cudakarî xwîna xwe daye.

Serok Barzanî spasiya Papa û hikûmeta Vatîkanê ya ji bo piştgiriya wan a domdar kir.

 

Wî hêvî kir ku Papayê Vatîkanê di paşerojê de careke din serdana Îraq û Herêma Kurdistanê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst