Amed (Rûdaw) - Li Amedê ji ber bihabûna zêde ya xaniyan, kirîna xaniyan ji bo welatiyan bûye wek xewnekê.
Sedemên sereke yên vê bihabûnê enflasyona bilind, zêdebûna nirxê kelûpelên avahîsaziyê, para bilind a xwediyên erdan û kêmbûna krediyên bankayan in.
Welatî û avahîsaz jî ji vê rewşê bi gilî û gazinc in.
Li Amedê li nêzîkî 60-70 cihên cuda yên bajêr avahiyên nû tên çêkirin.
Dengê çakûç û amûrên hosteyan, xeyalên welatiyên ku dixwazin bibin xwedî xanî geş dike û hêviya wan a xilasbûna ji kirê zêde dike.
Lê ji ber bihayên zêde, ev xewn û xeyalên gelek kesan ji bo demeke nediyar tên bipaşxistin.
Hin welatiyên Amedê ji Rûdawê re behsa rewşa xwe ya aborî û zehmetiyên kirîna xaniyan dikin:
Elî Ugur got, "Ez niha nikarim xaniyekî bikirim. Meaşê me kêm e, pere tune ye."
Jineke Amedî jî got, "Bi îzna Xwedê xelk fitreyên xwe didin min, ma ez dê çawa karibim xaniyekî bikirim?
Fitreyên xelkê nebûna min nedikarî ez kirêya xwe jî bidim. Fitre xilas bû, ez dîsa şepirze me."
Welatiyê bi navê Lutfî Koçlar got, "Na, ez îro nikarim xaniyekî bikirim. Mimkin nîne."
"Em nikarin xanî bi kirê bigirin, dê çawa bikirin?"
Mîran Yilmaz jî her wiha got, "Ev du roj in ez li xaniyan digerim, kes xaniyan nade min. Ez nikarim xaniyekî bi kirê bigirim, ma ez dê çawa bikirim?"
Kadrî Yavuz jî got, “Ez dixwazim xaniyek bikeve destê min da ku ez ji kirê xilas bibim. Ez dê çawa vê xeyala xwe pêk bînim? Pere tune ye."
“Bihabûna kelûpelan sedema sereke ya bihabûna xaniyan e”
Avahîsaz jî tekez dikin ku sedema bihabûna xaniyan ne tenê ew in û balê dikişînin ser du pirsgirêkên mezin; para bilind a xwediyên erdan û zêdebûna nirxê kelûpelên avahîsaziyê.
Avahîsaz Omer Yuksel ku xwediyê Kompanyaya Zana Techê ye got, "Li Amedê xwediyên erdan para xwe ji sedî 43yan derxistine sedî 53yan.
Ev yek rasterast bandorê li ser metrekareya xaniyan dike û loma jî bihayê daîreyan zêde dibe."
Omer Yuksel li ser bihabûna kelûpelên avahîsaziyê jî wiha domand: "Mesele çi ye? Mesele ev e, hesin, kabloyên elektrîkê, kelûpelên tesîsatê, galvanîz, çîmento û qûm biha dibin.
Ango hin kelûpelên înşaetê ji sedî 500 û hinek jî ji sedî 100 biha bûne."
Li gorî Yuksel, bihayê xaniyan li Amedê wiha ye: "Niha li Amedê bihayê xaniyên 3 ode û salonekê ji 7 milyon lîreyî dest pê dike û heta 9 milyon lîreyî diçe.
Li gorî kalîte û mezinahiya xanî li Anedê biha heta 10 milyon lîreyî jî bilind dibin."
Avahîsaz û Xwediyê Kompanyaya Nil Yapiyê bal kişand ser rewşa avahisaziyê û got:
“Pêwîst e kesên ku kelûpelên avahîsaziyê difiroşin keysbaziyê nekin. Carinan tevî ku bihaayê Euro û Dolar zêde nabe jî, firoşkarên kelûpelan li gorî keyfa xwe bihayan zêde dikin.
Ev jî yek ji rastiyên vê bihabûnê ye. Rast e lêçûn zêde ne lê hin tişt jî hene ku em bi xwe li hev asê dikin û keysbaziyê dikin."
Hejmara xwediyên xaniyan kêm dibe
Li gorî amarên Saziya Amarên Tirkiyeyê (TUÎK) û saziyên serbixwe, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 10 salên dawî de rêjeya welatiyên xwedî xanî ne bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Amar nîşan didin ku nêzîkî ji sedî 50ê welatiyan di kirêyan de dijîn û enflasyona bilind rê nade ku ew bibin xwediyê xaniyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse