Dizeyî: Ji dayikbûna netewekê bê êş nabe

06-08-2017
Rûdaw
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî
Nîşan Kurdistan Referandum Serxwebûn Sefîn Dizeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ragihand: “Ji dayikbûna netewê bê êş nabe û pêwîst e qurbanî jê re were dan, her çi qas ku xelkê Kurdistanê heta niha gelek qurbanî dane.”

 

Sefîn Dizeyî îro li Hewlêrê di konfranseke rojnamevanî de li ser mijarên weke referanduma Herêma Kurdistanê, rewşa aborî û mûçeyên karmendên hikûmetê axivî.

 

Dizeyî li ser mijara refernaduma serxwebûna Herêma Kurdistanê û egera bertekên welatên cîran di dema sazdana referandumê de û amadekariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo wê çendê  got: “Rastiya (pêgeha) Kurdistanê ji aliyê cografî û aborî ve diyar e û referandum jî xwasteka xelkê Kurdistanê ye.”

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Eger hat û Herêma Kurdistanê biryara Erê li ser serxwebûna Kurdistanê da, bê guman ji dayikbûna netewê bê êş nabe û pêwîst e qurbanî jê re were dan, rast e ku xelkê Kurdistanê gelek qurbanî dane, lê belê renge di paşerojê de pêwîst bike ku zêdetir bêhnfireh bin.”

 

Sefîn Dizeyî tekezî li ser hewldanên hikûmetê bo baştirkirina rewşa debar û jiyana xelkê Kurdistanê kir û diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe dide, ji bo ku debar û jiyana xelkê baştir bibe û ew pêhatên nexwestî kêmtir bandor li ser Herêma Kurdistanê û xelkê hebin.”

 

Dizeyî di beşeke din a vê konfransa rojnamevanî de amaje bi hewlên ji bo baştirkirina mûçeyên karmendên hikûmetê jî kir û destnîşan kir, ku demek dibe ku hikûmet hewl dide destkariyê di sîstema dayîna mûçeyan de bike û ji bo wê yekê jî, hikûmet çend senariyoyan dinirxîne.

 

Dizeyî got: “Destkarîkirina paşekewtkirina mûçeyan demek dibe ku kar li ser tê kirin. Wezareta Darayî û komîteyeke taybet niha kar li ser çend senariyoyan li ser bingeha dahat û zêdebûna dahatê dikin. Piştre ew senariyo li gel komîteya taybet li Encumena Bilind a Krîzêtê gotûbêjkirin û dê biryar li ser bihê dan.”

 

Çend roj pêş niha, Endamê Serkirdatiya PDKê, Aras Heso Mîrxan di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de ragihandibû, ku heta du mehên din sîstema dayîna mûçeyên tevahiya karmendan dê were guhertin û li gorî sîstema nû, dê her karmendek derdora %70ê mûçeyên xwe yên berê (berî krîzê) werbigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst