Li Dihokê bombebaran: Sivîlek hate kuştin

06-08-2023
RÛDAW
Li Dihokê sivîlek hate kuştin
Li Dihokê sivîlek hate kuştin
Nîşan Dihok Bombebaran Çemankê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahiyeya Çemankê ya Dihokê otomobîlek hate bombebarankirin. Sivîlekî canê xwe ji dest da, sivîlek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku gihane destê Rûdawê, bûyerê îro saet 19.00an rû daye.

Di encama bombebaranê de Alan Îsmaîl canê xwe ji dest daye, Haşim Şakir jî birîndar bûye.

Alan û Haşim ji gundê Xaletan ê nêzîkî nahiyeya Sersingê ya parêzgeha Dihokê ne.

Beriya niha bi çend mehan daweta xwe kiriye

Xizmên Alan Îsmaîlê ku di bombebaranê de canê xwe ji dest daye got ku wî beriya niha bi çend mehan daweta xwe kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst